YPG'ê çapemeniya Tirk derewand

Fermandariya Giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê îdiayên hin organên çapemeniyê yên Tirk ên ku dibêjin şervanên YPG’e ji aliyê DYA ve hatine perwerdekirin û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şer dikin, derewand.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di derbarê îdiayên ku dibêjin şervanên YPG’ê ji aliyê leşkerên Amerîka ve tên perwerdekirin û li bakur şer dikin ne rastin.

Daxuyani fermî ya Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:

"Hin nûçeyên di desteyên ragihandina dewleta Tirkiyê de hatine belavkirin de tên îdîa kirin ku endamên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojava ji aliyê Amerîkiyan ve tên perwerdekirin li Tirkiyê û bakurê Kurdîstanê şer dikin. Ev nûçeyên ragihandina Tirkiyê belav dikin ji rastiyê dûr in, berevajî kirin e. Armanca wan ji van nûçeyan têkbirina destketiyên Rojava û hevkariya ku di navbera YPG û koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê de bi awayekî xurt û bandor berdewam dike, gihiştiye astekî, rawestînin.

Me beriya niha jî bi daxuyaniyekî fermî û zelal helwesta xwe ya li hember şerê li Tirkiyeyê yê di navbera dewleta Tirk û PKK de diyarkiribû û gotibû em ne beşekî vî şerî ne."