Êzidiyên li kampa Aştî di nava mercên zehmet de dijîn
Êzidiyên li kampa penaberan a Aştî ya li Silêmaniyeyê de, di nava şert û mercên gelekî neyînî de dijîn. Malbatên ku li binê konên ji 16 metreçargoşeyî dijîn, bi nêzîkbûna zivistanê re li benda alîkariyê ne.
ANF
SILÊMANIYE
yekşem, 20 rezberê 2015, 11:40
Ji sed hezaran Êzidiyên ji ber êrîşa 3'ê Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê ya li hemberî Şengalê neçar man cih û warên xwe biterikînin, 260 malbat ji wan hatin Silêmaniyeyê. Ev welatiyên Êzidî li kampa Aştî ya li gundiyê Erbestê hatin bicihkirin. Lê belê li kampê derfetên elektrîk, stargeh û avê jî peyda nakin. Êzidiyên li kampê yên ji me re axivîn anîn ziman ku eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê di mehên zivistanê de li zor û zehmetiyên mezintir rast bên. Êzidî li benda alîkariya hikûmetê û Neteweyên Yekbûyî ne.
Ji şêniyên kampê Abdal Şiblo, ji aliyê asayîşa Erbetê ve weke keyayê kampê hatiye wezîfedarkirin. Şiblo zor û zehmetiyên xwe bi vî rengî anî ser ziman: "Li vir 260 malbat hene. Nifûsa giştî 1600 kes e. Piranî jin û zarok in. Mirovên karibin bixebitin gelekî kêm in. Ji xwe li herêmê krîzeke cidî ya aboriyê heye, em nikarin bixebitin. Neteweyên Yekbûyî (NY) du mehan carekê alîkariya ji 50 kîlo erzaqê dide. Niha malbatên 9-10 ferdên xwe hene. Ji ber vê rewşê pirsgirêkên cidî rû didin."
Şiblo anî ziman ku wan serî li saziyên pêwendîdar dane, lê belê tevî vê yekê jî pirsgirêkên wan nehatine çareserkirin û got, "Derfet hebin em ê bi xwe bixebitin, pêwîstiyên xwe tedarik bikin. Lê belê kar nîne. Em carna diçin Silêmaniye, Erbetê û dixebitin. Em barkêşiyê dikin, karê paqijiyê dikin. Lê ev jî timî nîne. Lewma bi zehmetî em debara xwe dikin."
ELEKTRÎK, AV Û STARGEH PIRSGIRÊKÊN HERÎ MEZIN IN
Penaberên Êzidî yên li binê konên ji 16 metreçargoşeyî yên Neteweyên Yekbûyî dimînin, dibêjin ku di bayekî biçûk de jî konên wan ji hev belav dibin, li hemberî baranê nikarin îdar bikin û destnîşan dikin ku bi nêzîkbûna zivistanê re zehmetiyên mezin derdikevin pêşiya wan.
Yek ji sê keyayên li kampê Alan Abdal jî da xuyakirin ku pirsgirêkên stargeh û germkirinê wê bibin pirsgirêkên herî mezin ên zivistanê û got, "Van rojan ba gelekî radibe. Kon timî xera dibin. Me serlêdan kirin ku bi derfetên xwe re ji bo her malê em ji brîketê odeyekê çêbikin. Lê belê destûra vê jî nedan. Konên dane gelekî tenik in. Havînê zêde ne pirsgirêk bû. Lê di mercên zivistanê de nikarin îdare bikin. Gaz nîne, sobe nîne. Gelo em ê çawa hundirê konan germ bikin. Lewma divê alîkariyê bidin me."
Li kampê ku elektrîk rojê çend saetan tê dayîn, av pirsgirêka herî mezin e. Ji depoyên mezin ên li hin cihên kampê hatine çêkirin, malbat bi debûkan avê dibin ber konê xwe. Lê belê şêniyên kampê dibêjin ku av têra xwarin, vexwarin û paqijiyê nake.