Polîsan êrîşî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Nas kirin

Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastîn avêt girsê. Girsê jî bersiv da polîsan û polîs paşve kişiyan.

Polîsan li Sêrtê êrîşî merasîma cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastîn avêt girsê. Girsê jî bersiv da polîsan û polîs paşve kişiyan.

Li navçeya Qabilcewzê ya Êlihê roja 18'ê Îlonê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de li çoltera Sinemergê pevçûn derket û di encama pevçûnê gerîlayê HPG'ê Ferhat Nas (Kurtay Sêrt) jiyana xwe ji dest da. Malbata Nas piştî otopsiyê cenazeyê kurê xwe ji Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Doktor Gazî Yaşargîlê wergirt û ber bi Sêrtê bi rê ket. Cenazeyê Nas li navçeya Misircê ya Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Karwanê cenazeyê Nas li ser kolana Tillo rawestiya û piştre bi hezaran welatî ji maşîneyan daketin, darbesta Nas danîn ser milê xwe û meşiyan. Girseya ku darbesta cenazeyê endamê HPG'ê Nas hilgirt û meşiya Goristana Zevyayê rastî êrîşa polîsan hat. Polîsan êrîşî merasîma cenazeyê HPG'ê Ferhat Nas kir. Polîsan bombeyên gazê, ava şid û guleyên rastî avêt girseyê. Girseyê jî bersiv da polîsan û polîs paşve kişiyan. Bi hezaran welatî dîsa bi dirûşman heta goristanê meşiyan. Girse niha cenazeyê HPG'î Nas defin dikin.