Irmak: Ev kongre di asta kongreya neteweyî de ye

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak got, "Ev kongre di asta kongreyeke neteweyî de ye ku ji çar parçeyen Kurdistanê nûner lê amade ne."

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak li kongreya PYD'ê axivî. Irmak di axaftina xwe de got ku sedsala 21. bûye sedsaliya azadiya jinê û ev yek bi saya berxwedana jinên Rojava pêk hatiye û destnîşan kir ku jinên Rojava nûnertiya azadiya tevahî jinên cîhanê dikin. Irmak got: "Sedsala 20. Sedsala şerê birakujî bû. Tenê tekane rêya azadiya kurdan yekîtiye."

Irmak Kongreya PYD’ê weke kongreyekî neteweyî bi nav kir û da zanîn xwe tê de nûnerên her çar parçeyên Kurdîstanê amade bûne û kongre li tevahî gelê kurd pîroz kir û got. "Careke din kurd wê ji bo dijmînan nebin leşker. Ji niha û pêde ji bo pêkanîna jiyanek hevbeş têkoşînê bidin meşandin."

Irmak diyar kir ku pêwîste her kes li ser felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bimeşe da ku karibe Neteweya Demokratîk avabikin û nirxê mirovahiyê biparêzin.

Irmak bang li tevahî gelê kurd kir ku têkiliyên xwe bi cîhanê re xurt bikin û ev yek bi rêya piştgiriya şoreşa rojava pêk tê û bang kir ku demeke nêz de kongreya netewiya kurd lidar bixin.

Irmak bal kişand ser şoreşa gelê kurd a Bakurê Kurdistanê ku ev 40 salin ji bo mafê xwe yê rewa tekoşînê didin meşandin û got: "Piştî çend salan a ji têkoşîna çekdarî meşa aştiyê bi serkêşiya Rêber Apo destpê kir. Lê hikûmeta AKP’ê li gorî rûpîvanên aşitiyê tevnegeriya û berevajî vê dijminahiya şoreşa Rojava kir û piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir. Dewleta Tirk li dijî avakirina statuyek kurdî li rojava polîtika da meşandin û niha jî li hemberî gelê kurd yê Cizîra Botan kiryarên hovane dimeşîne.”

Irmak da xuyakirin ku polîsên AKP’ê gelek jin û zarok kuştine, lê ti carî gelê kurd teslîm nebûye û her tim berxwedana gelê Kurd bi ser ketiye.

Irmak di dawiyê de bang li PYD’ê kir ku asta têkoşîna xwe bilind bike û rêxistina xwe xurt bike.