Ji bo şervanê YPG’ê Bulbul merasîm
Ji bo şervanê YPG'ê Riza Bulbul (Raşît Harun) ku li Kantona Cizîrê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest da, li Qereyaziyê ye merasîma cenazeyê hate lidarxistin.

Şervanê YPG'ê Riza Bulbul (Raşît Harun) li Kantona Cizîrê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê jiyana xwe ji dest dabû û li Kobanê ew spartibûn axê. Ji bo Bulbul li navçeya Qereyazî ya Erziromê merasîma cenazeyê hate lidarxistin. Bi hezaran welatî û nûnerên saziyên civakî tevlî merasîma li Taxa Ulucanlar bûn.
Nûnerê MEYA-DER Bedrettîn Kamiş di merasîmê de axaftinek kir û bal kişand ser berxwedana li her çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin. Hevserokê DBP'ê ya navçeyê Salih Altay jî soza meşandina berxwedana azadiyê da.
'ME JI MALBATÊ 7 CIWAN ŞAND KOBANÊ'
Bavê şervanê YPG'ê Şemsettîn Bulbul jî li ser şehadeta kurê xwe axivî û wiha got: "Dema Riza çû Kobanê, xwişkên me li bazarên koleyan dihatin firotin. Me nikaribû çav bigirta ku çeteyên DAIŞ'ê serê Kurdan jê bike. Me ji malbatê 7 ciwanan şand Kobanê. Serketinek mezin bi dest xistin. Riza jî di vê oxirê de şehîd ket û li wir hate definkirin. Bila serê gelê Kurd sax be." Dayika Riza Halîde Bulbul jî bal kişand ser girîngiya yekîtiyê.
Merasîm bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû. Malbat, taziyeyan li Mala Ahmedê Xanî ya Taziyeyê qebûl dike.