KCK'ê peyam şand ji kongreya PYD'ê re

KCK'ê bi peyameke nivîskî, kongreya PYD'ê silav kir.

Piştî axaftina Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û xwendina rapora rêveberiya partiyê ji aliyê Salih Muslim ve, peyama KCK'ê hat xwendin.

Di peyama KCK’ê de hate gotin ku avakirina Sûriyeyeke demokratîk tenê di rêya Şoreşa Rojava re wê pêk were û wê hevsengeyên li Rojhilata Navîn destnîşan bike. Di peyamê de her wiha hate destnîşankirin ku hin hêzên dijberiya demokratîkbûna Sûriyeyê dikin û dixwazin şoreşa Rojava di rêya çeteyên DAIŞ’ê têk bibin.

Di peyama KCK’ê de her wiha hate gotin ku jiyana azad û demokratîk wê di rêya bingeha parastina rewa û xwerêxistinkirina civakê re pêk were û ev tişt hate gotin: "Bendewarî û mayîna bê parastin tê wateya binketinê. Bêyî ku berxwedan bê kirin ne mumkine destketî bêne bidestixstin."

KCK’ê di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistkirina jinan û ciwanan û wiha domand: "PYD’ê ji nûnertiya jinan û pêkanîna mînaka demokratîk a li Rojhilata Navîn û Cîhanê berpirsyar e. Di heman demê de divê rola ciwanan jî bê parasitin û ciwan baş bêne rêxistinkirin. Pêwîste PYD’ê sîstema xwe ya demokratîk zêde bike, xwe baş bi rêxistin bike û hemû xebatkar û karmendan di bin sîwana TEV-DEM’ê de birêxistin bike."

Di peyama KCK’ê de hate destnîşan kirin ku wê Şoreşa Rojava bibe nimûneya Rojhilata Navîn a ji bo avakirina civaka demorkatîk û kesayeta azad û pêwîste PYD’ê li ser vî esasî tekoşîna xwe bidomîne.

Di peyamê de her wiha bal hate kişandin ser koçberiyê û hate destnîşankirin ku hêzên sermayendar koçberiyê plan dikin û ev tişt hate gotin: "Şoreşa Rojava dikare çareseriyekê ji hemû alozî û pirsgirêkan re peyda bike, her wiha dikare pirsgirêka aborî jî çareser bike. Pêwîste em li benda piştgiriya derve nemînin. Lê belê pêwîste em li gorî derfetên di destê xwe têbikoş in."