Apê Mûsa li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn
Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn.
Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn.
Mûsa Anter (Apê Mûsa) ê di 20'ê Îlona 1992'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, li cihê lê hat qetilkirin hat bîranîn.
Apê Mûsa li kolana 442'an a taxa Cûmhûriyetê ya semta Seyrantepe ya navçeya Amed Yenîşehîrê ji aliyê xebatkarên çapemeniya azad û hêzkiriyên wî ve bi merasîmêkê hat bibîranîn. Malbata Anter, nûnerên KCD'ê, Parlementerên HDP'ê Nûrsel Aydogan û Feleknaz Ûca, Rêveberên DBP'ê û HDP'ê, xebatkarên Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê, JINHA, Ozgur Gun TV û gelek nûnerên saziyên sivîl tevlî merasîma bîranîna Apê Mûsa bûn. Rojnamevanan di merasîmê de wêneyên şehîdên çapemeniya azad hilgirtin û dirûşma "Şehîd namirin" berz kirin.
Hevserokê Cemiyeta Rojnameavnên Azad Hakki Boltan li ber bîrdariya Apê Mûsa axivî û diyar kir ku rojnamevanê Kurd Mûsa Anter pêşengiya çapemeniya azad kiriye. Boltan anî ziman ku Mûsa Anter afirînerê çareseriyê bû û wiha got: "Apê Mûsa pêşengiya hişmendiya çapemeniya Kurdistan û Tirkiyeyê kiriye. Li ser vê yekê em jî şopdarê keda Apê Mûsa ne."
Li ser navê KCD'ê Mulkiye Bîrtane axivî, salên 90'î bibîr xist û got: "Di salên 90'î de bi saya berxwedana gel hişmendiya çapemeniyê derketiye holê. Apê Mûsa pêşengiya hişmendiya çapemeniyê kiriye."
Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek bilêv kir ku yên ku Apê Mûsa qetilkirin xwestin rastiyê jî qetil bikin û wiha pê de çû: "Hêzên Apê Mûsa qetilkirî nikarîbûn rastiyan qetil bikin. Generalên biçûk ên Apê Musa wê bilêvkirina rastiyan bidomînin."
Piştî axaftinan girse bi wêneyên şehîdên rojnamevanên çapemeniya azad û bi dirûşmên "Şehîd namirin" ber bi cihê Apê Mûsa lê hatibû qetilkirin ve meşiya. Girse li cihê Apê Mûsa hatî qetilkirin deqeyek rêz girt û qurnefîl danî ser wêneyên Apê Mûsa