Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -4

Bi êrîşên di şeva 15'ê Îlonê de destpê kirin re li hemû eniyên Kobanê; li 35 km aliyê rojhilat, 35 km aliyê rojava, 40 km aliyê başûr şerên û pevçûnên dijwar diqewimîn.

Bi êrîşên di şeva 15'ê Îlonê de destpê kirin re li hemû eniyên Kobanê; li 35 km aliyê rojhilat, 35 km aliyê rojava, 40 km aliyê başûr şerên û pevçûnên dijwar diqewimîn. Hejmara zêde ya endam û çekên çeteyan, rêbazên li dijî mirovahiyê yên DAIŞ'ê û berxwedana li hemberî vê yekê dihat nîşandan, hînê di saetên destpêkê de nîşan dida ku bûyerên biqewimin wê di kîjan astê de bin.

HESABÊN HATIN KIRIN DI ŞEVA DESTPÊKÊ DE TÊK ÇÛN

Biryardariya ku di saetên destpêkê yên şer de ji aliyê Fermandariya YPJ'ê Meryem Kobanê ve bi gotina "Em ê di vî şerî de bi ser bikevin" hat bilêvkirin, li gundê Serzorî yê li rojhilatê Kobanê, di şexsê 13 şervanên YPG/YPJ'ê yên li avahiya dibistaneke seretayî ya ji du qatan de bi berxwedaneke destanî dihat nîşandan. Rewş bi awayekî zelal derketibû holêl; êrîş gelekî mezin û berfireh bûn û şer di nava şert û mercên newekhev de diqewimî. Xuya dikir ku armanc û plan ew bû; bi êrîşeke bi hêzeke ewçend xurt re di nava çend rojan de Kobanê bixînin. Li gorî hevsengiyên şer û pîvanên fîzîkî, di ve plansazî û hesabê de ti şaşîtî tinebû!

Lê belê hînê di şeva destpêkê de li gundê Serzorî, berxwedaneke welê dihat nîşandan ku li dijî mercên êrîşê yên newekhev de pîvanên fîzîkî û pîvanên şer û şervanan ên heyî, ji holê hat rakirin. Çeteyên DAIŞ'ê yên li eniya rojhilat xwestin çeperên YPG/YPJ'ê ji holê rakin, giraniya xwe dan gundê Serzorî ku nuqteya herî stratejîk bû. Eger gundê Serzorî bihata dagirkirin, wê têkiliya di navbera şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundên din bihata qutkirin. Demjimêr nîvê şevê bû, şer li hemû eniyên Kobanê, li her qadê dijwar bûbû. Çeteyên DAIŞ'ê bi hejmareke zêde ya çete û çekan a têra eniyeke şer bike, ketin nava gundê Serzorî. Bi sedan çete bi sê tank û çekên giran ên weke doçka û B-7 êrîş kirin.

RÛPELA DESTPÊKÊ YA DESTANA BERXWEDANÊ TÊ NIVÎSANDIN

Serzorî di vê demê de ji aliyê 13 şervanên ciwan ên YPG/YPJ'ê yên bi navê Bawer Efrîn, Berçem Cûdî, Berfîn Çiya, Berxwedan Batman, Bira Perwer, Ciwan Heval, Gulîstan Qendîl, Hebûn Kobanê, Mizgîn Cûdî, Peyman Tolhildan, Rodî Efrîn, Rustem Cûdî û Serxwebûn Xerîb ve dihat parastin. Van şervanên ciwan ji vê kêliyê û pê ve dest bi nivîsandina rûpela destpêkê ya destana berxwedanê ya sedsala 21'an kirin.

Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çeteyan li nava gund bi saetan şer kirin, tevî ku îmkanên wan hebûn ji gund derkevin, xwe venekişandin, şer û berxwedan dewam kirin. Şervanên ku li hemberî hejmara zêde ya çete û çekên giran bi canfedaî li ber xwe dan, herî dawî derbasî avahiya dibistaneke seretayî ya du qatî bûn û li vir berxwedana xwe dewam kirin. Piştî ku şervanan xwe vekişandin nava dibistanê, şer êdî veguherî destanê.

BI BERXWEDANÊ BERSIV LI BANGA TESLÎMIYETÊ HAT DAYÎN

Çeteyan dor li dibistanê girtin. Dixwestin şervanan bi saxî zevt bikin. Armanca wan ew bû ku di kêliya destpêkê de vîna berxwedêrên Kobanê bişikînin. Yek ji lîderên çeteyan banga 'teslîm bibin' li şervanan kir. Bersiva şervanan a li vê bangê jî "Berxwedan jiyane", "Bijî Serok Apo" bû. Demekê şerekî dijwar qewimî. Ewilî 3 tankên çeteyan anîn gund, li dora dibistanê hatin bicihkirin. Tankan li dibistane dan. Komeke çete hewl da bikeve hundirê dibistanê lê şervanên YPG/YPJ'ê destûr nedan vê komê.

LI HEMBERÎ ŞERVANÊN TESLÎM NEHATIN GIRTIN, RÊBAZÊN HOVANE HATIN BIKARANÎN

Çeteyan li vir windahî dan. Şervanan biryardariya xwe nîşan didan ku wê heta dawiyê li ber xwe bidin. Çeteyên ku ev yek dîtin, rêbazên xwe yên hovane û li dijî mirovahiyê xistin dewrê. Dest bi amadekariyê kirin ku dibistanê bişewitînin. Ji ber berxwedana şervanan, demeke dirêj nekarîn vê bikin.

Şervanên YPG/YPJ'ê li hemberî dorpêçandina li Serzorî weke hêza alîkariyê hewl dan xwe bigihînin gund, lê belê ji ber şerê li her qada eniya rojhilat û dorpêçandina gundê Serzorî ji derve ve, nekarîn xwe bigihînin. Ji koma YPG/YPJ'ê ya hewl da dorpêçandinê biqetîne û xwe bigihîne gund, du şervan di vî şerî de şehîd ketin.

'ME NEKARÎN ZÊDETIR ŞER BIKIN, ME EFÛ BIKIN'

Derfet êdî nemabû ku teqwiye ji şervanan re bê şandin. Fermandarên şervanan Rodî û Peyman bi bêtêlê têkiliyê bi fermandarên xwe re datînin. Şervan ji fermandarên xwe re radigihînin ku dor li wan hatiye girtin û êdî nikarin derkevin. Ji şervanan Ciwan bi bêtêlê vê axaftinê dike; "Hevalno, ji ber ku ez bi we re têkoşiyam serbilind im. Eger di tevahiya têkoşînê de kêmasiyeke min li hemberî we û hemû hevrêyên min ên din çêbûbe, min efû bikin. Em ê heta dawiyê têbikoş in û em ê ti carî teslîm nebin."

Dûre şervana jin Peyman bi vê gotinê biryardarî û soza xwe ya berxwedanê nîşan dida;, "Em şoreşger in û şoreşger bi rûkenî diçe mirinê. Ez ê jî bi heman rengî biçim." Rodî, Serxwebûn û hemû şervanên din bi dorê bi rêya bêtêlê xatir ji hevalên xwe xwestin û digotin, "Hûn meraqa me nekin. Heta dawiyê Kobanê biparêzin. Ji ber ku em ê nikarin bi we re heta dawiyê biparêzin, me efû bikin."

Di vê kêliyê de çete jî ji şervanan re dibêjin, "Em ê bikevin Kobanê, em ê Kobanê bi dest bixin". Şervan jî bi rêya bêtêlê ji hevalên xwe re dibêjin, "Em bawerin ku hûn ê heta dawiyê Kobanê biparêzin. Em ji we bawer û piştrast in. Çawa ku em bi rûkenî ber bi mirinê ve diçin û heta dawiyê şer dikin, em dizanin ku hûn ê jî vê bikin." Û bi vî rengî bawerî û wasiyeta xwe bilêv dikirin.

'BI KEN Û TILÎLIYAN ŞEHÎD KETIN'

Di vê kêliyê de şervanên gihaştine şehadetê û yên birîndar bûne hene. Berxwedana şervanan dewam dike, çeteyan êdî agir bi dibistanê xistin. Ji şervanan Serxwebûn bi fermandarê tabûrê şehîd Dilgeş re diaxive û dibêje ku ew ê bi rûkenî biçin mirinê û di bêtêlê de dikene. Şervanên YPJ'yî jî di vê kêliyê de dest bi tilîliyê dikin û bi fedekariya xwe re çeteyan matmayî dihêlin. Şewat êdî li tevahiya dibistanê belav dibe, têkiliya bi bêtêlê re qut dibe. 13 şervanên leheng ên di dibistanê de bi temamî dişewitin.

Berxwedana Serzorî careke din nîşanî çeteyên DAIŞ'ê da ku Kobanê ewçend hêsan nîne û li hemberî wan hêzeke bi biryardariya fedaî heye. Berxwedana Serzorî di heman demê de nîşan da ku berxwedana li Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê divê di kîjan astê de be.

Bi berxwedana Serzorî û heman taknîka li hemû mewziyên YPG/YPJ'ê re li eniya rojhilat bi hezaran sivîl hatin veguhastin û rizgarkirin.

LI HEMÛ ENIYAN BI RUHÊ SERZORÎ BERXWEDAN MEZIN BÛ

Êrîş roj bi roj zêde bûn. Li hemberî êrîşan jî berxwedana li hemû eniyan bi ruhê Serzorî mezin bû. Çeteyan çiqasî windahî didan ewqasî jî çekên giran ên nû û hêzên teqwiye dianîn. Tevî bêderfetiyan jî berxwedana fedaî ya dihat nîşandan, nedihişt ku çete li her sê eniyan bi pêş ve biçin. Êdî li her gund, li her gir û li her çepera Kobanê çîrokeke lehegniyê dihat jiyîn.

Di deh rojên destpêkê yên şer de, ji ber hêza kêm û çekên sivik û ji ber taktîka vekişandinê ya YPG/YPJ'ê, çete êdî nêzî Kobanê bûbûn. Bi vê taktîkê re hat xwestin ku her sê eniyan nêzî hev bikin û li qadeke teng li dora Kobanê xeleka parastinê were avakirin.

Û ev hat bi ser xistin. Piştî vê yekê berxwedaneke fedaî ya fermandar û şervanên YPG/YPJ'ê ya bi rojan li dora Kobanê, destpê kir.

SIBE: Rûpelên lehengiyê yên destana berxwedanê zêde dibin.

...