Ozen: Li dijî terora dewletê divê Elmanya zextê li Tirkiyeyê bike

Boksorê Kurd ê li Elmanyayê Îsmaîl Ozen, di hevpeyvîneke xwe a li gel kovara Der Spîegel de bal kişand ser komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û bang li dewleta Elmanyayê kir ku zextê li rêveberiya Enqereyê bike.

Boksorê Kurd ê li Elmanyayê Îsmaîl Ozen, di hevpeyvîneke xwe a li gel kovara Der Spîegel de bal kişand ser komkujî û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û bang li dewleta Elmanyayê kir ku zextê li rêveberiya Enqereyê bike.

Ozen ê ji Dêrsimê bal kişand ser hevkariya dewleta Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re û anî ziman ku ji aliyê her kesî ve tê zanîn çeteyên DAIŞ'ê bi alîkariya rêveberiya Enqereyê xurt bûye.

Li ser pirsa 'Erdogan balafiran dişîne ser DAIŞ'ê û dixwaze şer bike' Ozen ev bersiv da: "Ew bahane ye. Erdogan û desthilatdariya AKP'ê li dijî DAIŞ'ê dest bi şer nekiriye. Şerê rastî li hemberî Kurdan dimeşîne. Êrîşî PKK'ê dike. Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek Kurd û mirovên demokrat kirin binçavan û girtin. Lê ji DAIŞ'ê heta niha ti kes nehatiye girtin."

Boksorê Kurd Ozen bang li hikûmeta Elmanyayê kir, ku ji bo Tirkiye dest ji zext, zordarî û êrîşên li hemberî Kurdan berde, zextê li Enqereyê bike.

Ozen serdana xwe ya beriya niha bi demeke nêz a li Başûrê Kurdistanê jî bibîr xist û got, "Berî çend hefteyan çûbûm Başûrê Kurdistanê. Tirkiye dibêje ku ew li hemberî PKK'ê şer dike. Lê ya ku li Başûrê Kurdistanê bomberdûman kiribû gundê Zergelê bû. Min bi xwe dît, ku di bomberdûmanê de sivîl hatine kuştin. Gelekî pê xemgîn bûm. Pêwîste dewleta Elman li hemberî van kiryaran bêdeng nemîne."