Elewiyan Cizîrê ziyaret kirin

Pêşeng û pîrên Elewî ji bo piştevaniyê çûn Cizîrê û ji bo aştiyê bi malbatên welatiyên hatin qetilkirin re ketin milên hev. Pîrê Elewiyan Alî Soysuren got ku werin li hemberî zilmê bi gelê Cizîrê re bin.

Pêşeng û pîrên Elewî ji bo piştevaniyê çûn Cizîrê û ji bo aştiyê bi malbatên welatiyên hatin qetilkirin re ketin milên hev. Pîrê Elewiyan Alî Soysuren got ku werin li hemberî zilmê bi gelê Cizîrê re bin.

Di nava wan de nûner û pîrên Elewiyan ên saziyên wekî Komeleyên Elewî ya Demokratîk, Komeleya Elewiyan a Loqmeya Xizir, Komeleya Çandê ya Koçgirî hebûn ji bo piştevaniya gelê Cizîrê çûn Cizîrê. Heyeta Elewiyên bi dirûşma, "Bi aştiyê re gel û bawerî li Cizîrê tên cem hev" çûn serdana konê sersaxiyê ya Taxa Cûdî û sersaxî ji malbatan re xwestin.

Heyeta Elewiyan demekê bi malbatan re sohbet kir. Dayika Aştiyê Dondu Ergîn diyar kir ku wêraniya Cizîrê Kobanê tîne bîra wan û wiha axivî: "Zîhniyeta DAIŞ'ê ya li Kobanê pêk anî li Cizîrê tê dîtin. Me şopên Kerbaleyê Cizîrê dît. Ev gel her tim li ber xwe da ye û wê li ber xwe bide." Di serdanê de Mele Qasim jî axivî û ji bo aştiyê bi heyeta Elewiyan re ketin milê hev.

Heyeta Elewiyan dawiyê çûn avahiya DBP'ê û koliyên alîkariyê li wir danîn. Heyet çû Taxa Nûrê ku 9 rojan di bin dorpêça polîsan de bû û li hemberî wêraniya ku hêzên dewletê pêk aniye matmayî man. Heyeta Elewiyan li wir daxuyanî da çapemeniyê.

Pîrê Elewiyan Alî Soysuren diyar kir ku ji bo şahidiya berxwedana Cizîrê bikin hatine Cizîrê û ev tişt anî ziman: "Me xwest em ji bo dayik, bav û zarokan bibin bersiv hatin vir. Wekî girêkekê ji bo Brahîm bibin dilopek av. Cizîr berxwedana xwe ji me re vegot û dibêje jiyaneke hevpar ancax li hev helalkirinê û rizayê dikare pêk were. Ji bilî vê yekê tiştên din zilm e. Li hemberî zilmê em bi gelê Cizîrê ne."

Piştî daxuyaniyê heyet dîsa vegeriya avahiya DBP'ê û dawiyê ji Cizîrê veqetiya.