Gerîlayan li Tendurekê helîkoptera Kobra xistin

HPG'ê diyar kir, ku di operasyona artêşa Tirk a 17'ê Îlonê ya li çiyayê Tendurekê de, di encama derbên gerîla yên bi çekên giran de helîkoptereke êrîşê ya bi tîpa Kobra hatiye xistin û du pîlotên tê de mirin e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, der barê çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî bi raya giştî re hatin parvekirin:

"Roja 19'ê Îlonê saet di 09:00 de gerîlayên me ji 2 baskan ve li hemberî qereqola Bêsosin a li navçeya Colemêrg Şemzînanê bi çekên giran çalakiyek pêk anîn. Hejmara mirî û birîndarên di vê çalakiyê de nehat zelalkirin. Bi helîkopterên bi tîpa Skorsky re mirî û birîndar ji herêmê hatine derxistin.

GERÎLAYÊN YJA STAR'Ê BERBAZEK KUŞTIN

Roja 20'ê Îlonê saet di 09:30-10:00 de, tîma Şehîd Rojîn Gewda ya ji gerîlayên me yên YJA STAR'ê, li hemberî qereqola Tepê Çete ya ser bi qereqola Bêsosin a navçeya Colemêrg Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û di encamê de berbazek hat kuştin.

Di 18'ê Îlonê saet di 20:30 de, gerîlayên me bi çekên giran derbên xurt li wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra ya li ser rêya Gever û Şemzînanê bû, dan û di encama çalakiyê de polîsekî tevgera taybet hat kuştin.

Roja 18'ê Îlonê saet di 00:30 de gerîlayên me li hemberî pira Salara ya li herêma di navbera navçeya Colemêrg Şemzînan û Gerdiya de çalakiya sabotajê pêk anîn û pir hat îmhakirin.

3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Reşît Serdar de, roja 19'ê Îlonê saet di 14:45an de, li dijî qereqola Grana ya li ser xeta sînor a herêma Avaşînê ye, gerîlayên me yên YJA STAR'ê çalakiyeke sûîqestê pêk anîn û leşkerek hat kuştin. Paralelî vê çalakiya sûîqestê, gerîlayên me bi çekên giran û ferdî li qereqolê û mewziyên ser bi qereqolê xistin. Di vê çalakiyê de derb li mewziyan û kûleyên qereqolê hatin xistin û 2 leşker hatin kuştin.

Roja 19'ê Îlonê saet di nabera 10:00-12:00 de 3 helîkopterên Skorsky û 2 helîkopterên Kobra ji Colemêrgê diçûn Çelê û Kobrayan li vê derê gule li derdorê reşandin. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla bi çekên giran li helîkopteran xistin. Helîkopterên Kobra û Skorsky ji herêmê hatin derxistin.

Roja 20'ê Îlonê saet di navbera 08:00-08:30 de, gerîlayên me bi hawanan li qereqola Êrîş a li ser xeta sînorê herêma Zapê dan. Di vê çalakiyê de derb li qereqolê û 2 mewziyan hatine xistin.

Di 18'ê Îlonê saet di 20:00 de li hemberî stasyoneke bazê ya Turkcell, Vodafone û Avea ya li gundê Serêspiyan ê navçeya Colemêrg Çelê, gerîlayên me çalakiyek lidar xistin û di encamê de stasyona bazê hat rûxandin.

LI MIKSÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ POLÎSAN

Roja 16'ê Îlonê, li navçeya Wan Miksê, tîmeke me ya gerîla li hemberî polîsên li ber Midûriyeta Emniyetê kom bûbûn çalakiyek pêk anîn. Mirî û birîndarên li vê derê nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê nexweşxaneya Miksê hatiye valakirin û mirî û birîndarên polîsan rakirine nexweşxaneyê.

Roja 18'ê Îlonê, li hemberî stasyonên bazê yên înternet û Turk Telekom ên li gundê Batê yê navçeya Şirnex Elkê, tîmeke me ya gerîla çalakiya sabotajê pêk anî û di encamê de stasyona bazê bi temamî hat îmhakirin.

19’ê Îlonê saet 19.00'an menfezeke li ser rêya Wan, Şax û Mîksê ji aliyê tîmeke gerîlayên me ve hatiye teqandin û rê hatiye girtin.

18’ê Îlonê saet di navbera  13.00 û 14.00’an de tevgera balafirên şer li ser herêma Omerya ya Mêrdînê rû daye. Dîsa heman rojê ji saet 22.30 heta 19’ê Îlonê Îlonê êvarî saet 18.00’an keşfan dewam kir. Li ser qadê jî tevgera helîkopterên Skorsky jî dewam kir. Li qereqola Tinatê ya girêdayî Midyad a Mêrdînê jî yekîneyên veşartî, li qadên Herêma Mintika û Seregeliyan bi cih bûne. Ev yekîneyên veşartî hê jî li eraziyê ne.

20’ê Îlonê (îro) saet di navbera 08.00 û 09.00’an de qereqola Avanê ya girêdayî navçeya Stewrê ya Mêrdînê, artêşa TC bi helîkopteran sewqiyata leşkerî kiriye. Ev tevger hê didome.

LEŞKERÊN DERKETIN OPERASYONÊ HEDEF HATIN GIRTIN

17’ê Îlonê saet 10.00'an artêşa TC bi piştgiriya balafirên keşfê û 2 helîkopterên Kobra bi 8 helîkopterên Skorsky li qadên Xûmarov û Şaminis ên girêdayî navçeya Bêşebab li girên bilind leşker danîne.  Di heman demê de li eraziya ku helîkopterên Kobra lê dane şewat derketiye. 19’ê Îlonê saet 08.00 komeke leşker vekişaye. Qismek jî li giran mane. Li hember girekî ku 15 leşker lê bûn hêzên me yên gerîla ji mesafeyeke nêz bi BKC, B-7 û çekên ferdî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de ku gelek leşker hatine kuştin bi zelalî 2 leşker mirine. Piştî çalakiyê artêşa Tirk vekişiyaye.

RÊ DI KONTROLA GERÎLAYAN DE NE

Ji 27’ê Tîrmehê ve rêya di navbera navçeya Pasûra Amed û Mûşê de di kontrola gerîlayên me de ye. 19’ê Îlonê saet 14.00’an li nêzî gundê Malaelîkê ya girêdayî Pasûr di kontrola rê de der barê pêvajoyê de agahdarî hatiye kirin, piştî kontrola nasnameyan çalakî bi dawî bûye.

Ji 7’ê Tebaxê ve rêya Trenê ya di navbera Bongîlan a Çewlikê û Mûşê di kontrola hêzên gerîlayên me de ye. Ev rê nayê bikaranîn.

Ji 13’ê Îlonê ve rêya di navbera Çewlik-Amedê  di kontrola hêzên gerîlayên me de ye.

LI HEZROYÊ 2  TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

14’ê Îlonê li navçeya Hezro ya Amedê hêzên gerîlayên me çalakiyek bi bombeyek dest, pêk anîbûn, lê bombe neteqiyabû. Ev bombe dema ku bi wesayîta zirxî dihat birin teqiya û wesayît îmha bû. 2 polîsên tevgera taybet ên di wesayîtê de jî mirin.

Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêyên Pasûr û Licê yên Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.

18’ê Îlonê saet 20.30’an tîmek gerîlayên me li Rêya Îpêkê ya li Taxa Mescît a navçeya Farqîn a Amedê çalakiyek kemînê pêk anîn. Di kemînê de wesayîta zirxî ya tîpa Akrep bi roketan hat bombebarankirin û di encam de 2 çawîşên pispor hatin kuştin.

19’ê Îlonê saet di navbera 00.00-01.00’an de hêzên gerîlayên me li hember 2 stasyonên baz ên Turkcell û Vodafoneyê li gundên Cano û Hecîcan ên girêdayî navçeya Farqîn a Amedê çalakiyên sabotajê pêk anîn û her du stasyonên bazê jî îmha kirin.

LI HEZO Û QABILCEWZÊ OPERASYON, GERÎLAYEK BI ÎŞKENCEYÊ HAT QETILKIRIN

17’ê Îlonê bi tevlîbûna 2000 leşker, hêzên taybet û cerdevanan li bejahiya Hezo û Qabilcewzê ya Êlihê operasyonek berfireh dan destpêkirin. Hêzên operasyonê dixwestin bi ser de nuqteyan ve bigirin, di encam de bi yekîneyek gerîlayên me hatin hember hev, pevçûn çêbû. Di pevçûnan de leşkerek hat kuştin, qismek hêzên operasyonê vekişiyan, ên mayin jî xwe di eraziyê de veşartine. Hevalê Kûrtay di pevçûnê de birîndar bû, piştî îşkenceyên giran hat qetil kirin û şehîd ket.

17’ê Îlonê danê sibê saet 03.00’an artêşa Tirk bi 5000 hêzên leşkerî û wesayîtên zirxî li hember şehîdgehên Şehîd Ronahî û Şehîd Îsmaîl ên li navçeya Gimgim a Mûşê dest bi operasyonek berfireh kiribûn, ev operasyon hê jî didome. 2 helîkopterên Kobra bê navber 13 seatan, qada şehîdgehê û derdora wê gulebaran û bomberdûman kirin.

Li vê herêmê artêşa TC operasyonên xwe li eraziyek berfireh berdewam dike, yekîneke gerîlayên me li vê qadê dema diçû erkê pevçûn derket. Di vê pevçûnê de hevalekî me şehîd ket, 2 hevalên me bi birîndarî dîl ketine dest. Der barê hevalê me yê şehîd ket, wê agahiyên têkîldar piştre bên ragihandin. Operasyon 19’ê Îlonê êvarî saet 23.00’an vekişiya.

20’ê Îlonê danê sibê saet 08.00’an rêya Çewlik-Kanîreş ket bin kontrola hêzên gerîlayên me. Çalakiya ku kontrolkirina nasnameyan jî tê kirin, hê jî didome.

20’ê Îlonê saet di navbera 00.00-02.00’an de pêgerên hewayî yên bê mirov li ser herêma Şehîd Hesen a li navbera navçeyên Pîlemûrî ya Dêrsimê û Gêxî ya Çewlikê ye digeriyan û keşf dikirin.

HELÎKOPTERA KOBRAYÊ HAT XISTIN, 2 PÎLOT MIRIN

17’ê Îlonê artêşa TC xwest bi piştgiriya helîkopterên Kobrayê li bêjahiya çiyayê Tendurekê yê Agiriyê ji helîkopterên Skorsky leşkeran deyne û operasyonê destpê bike. Li hember vê operasyonê, hêzên gerîlayên me bi roketan û çekên giran li helîkopterên Kobra û Skorsky dan. Helîkoptera Kobra ku derbeyên bi bandor xwaribû li nêzî bajarokê Arnest ê girêdayî navçeya Bêgiriyê ket. 2 pîlotên tê de jî mirin.

19’ê Îlonê danê êvarî saet 21.30’an hêzên gerîlayên me li hember stasyonek bazê ya Turkcell, Vodafone û Aveayê ya li navenda navçeya Zêdkan a Agirî, çalakiyek sabotajê pêk anîn û bi temamî îmha kirin.

19’ê Îlonê êvarî saet 19.30’an hêzên gerîlayên me li hember stasyonên bazê yên Avea, Vodafone û Turkcellê yên li herêma Avasor a girêdayî navçeya Ebexê ya Wanê,çalakiyên sabotajê pêk anîn. Piştî çalakiyê qereqolên Kevirê Şamê û Sariksû, hêrêma Kirê Sariksû bi çekên A-4  gulebaran kirin.

Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêyên Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim-Pilûrê, hêzên gerîlayên me kontrolên xwe yên rê hê jî didomînin.

Di çarçoveya pêngava Şehîd Rojhat Batman, 19’ê Îlonê hêzên gerîlayên me li hember qereqola gundê Lexanê ya li ser rêya Çewlik-Elezîz û navçeya Depê ya Elezîzê çalakiyek pêk anîn. Saet 23.30’an 2 kuleyê aîdî qereqolê hatin hedef girtin û bi çekên navîn û B-7’an ve bi bandor hatin bombekirin. Her wiha kuleyek din jî bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di encam de bi zelalî 2 leşker hatin kuştin. Mirî û birîndarên artêşa TC zêdetir in. Ev çalakî ji bo bîranîna Şehîd Brûsk, Şehîd Rêzan û gerîlayên me yên li Pilûrê şehîd ketine hat lidarxistin. Piştî çalakiyê, artêşa TC dest bi operasyonê kir û ev operasyon hê jî didome.”

NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Êlihê jiyana xwe ji dest da bi raya giştî re parve kir:

Nasnav: Kûrtay Koçer

 Nav-Paşnav: Ferhat Has

Cihê jidayikbûnê: Amed

 Navê dayik-bav: Emîne - Suleyman

 Dîrok û Cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2015 / Êlih