Xwerêveberî li Kolnê hat silavkirin
Li bajarê Elmanya Kolnê, xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin bi çalakiyekê hatin silavkirin.
Li bajarê Elmanya Kolnê, xwerêveberiyên li Kurdistanê hatine îlankirin bi çalakiyekê hatin silavkirin.
Kurdistanî û dostên wan ên bi hefteyan e li Kolnê çalakiyê lidar dixin, deklarasyona Şaredariyên DBP'ê ya duh li Amedê hat weşandin silav kirin û bang li dewleta Tirk kirin ku hurmetê nîşanî xwerêveberiyên Kurdan bide.
Zêdeyî 500 Kurdistanî û dostên wan, saet di 15:00 de ji meydana Ebertplatzê dest bi meşê kirin û li ber Dêra Domê ya dîrokî mîtîngek pêk anîn. Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Kujer Erdogan" û "Bijî Berxwedana Cizîrê" hatin qîrîn. Girseya gel li ber konê ku ji roja Duşemê û vir ve hatiye vedan, civiya.
Kurdistaniyan bi pankart û dowîzan meydana Domê xemilandin û belavokên bi zimanê Elmanî belav kirin.
'DIVÊ ŞER JÎ BI EXLAQÎ WERE MEŞANDIN'
Kurdistaniyan nerazîbûneke tund nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla dan û gotin, "Girîng e şer jî bi exlaqî bê meşandin." Kurdistaniyan bang li hikûmeta AKP'ê kirin ku dest ji helwesta xwe ya li dijî mirovahiyê berde.
'HÛN RUH Û HÊZÊ DIDIN ME'
Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Pazarcixê Salman Okmen jî beşdarî mîtîngê bû û axaftinek kir. Okmen bal kişand ser çalakiyên xwedîderketinê yên gelê li Ewropayê û got, "Ev helwest û xwedîderketina hûn nîşan didin, hêzê dide me. Tevî ku hûn dûrî xaka xwe ne jî, bi ruhê piştevaniyê hûn hêzê didin her kesî. Di 1'ê Mijdarê de em ê careke din bi ser bikevin."
HUNERMENDÊN TEV-ÇANDÊ KONSER DAN
Di mîtîngê de hunermendên TEV-ÇAND'ê ji bo xwerêveberiyê silav bikin, konser dan. Di konserê de hunermendên ji Koma Berxwedan û TEV-ÇAND'ê amade bûn. Mîtîng bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.