"Ji bo mirin nebin, xweza neyê talankirin em çalakiyê lidar dixin"
Mertalên Zindî yên li Çelê ji AKP'ê re gotin, "Heta hilbijartinan tu yê bêhtir qels bibe. Aştîxwazên li Tirkiyeyê wê di hibijartinê de peyameke xurt bidin AKP'ê."
Mertalên Zindî yên li Çelê ji AKP'ê re gotin, "Heta hilbijartinan tu yê bêhtir qels bibe. Aştîxwazên li Tirkiyeyê wê di hibijartinê de peyameke xurt bidin AKP'ê."
Mertalên Zindî yên li navçeya Colemêrg Çelê çalakiyê lidar dixin diyar kirin ku ji bo mirin nebin û xweza neyê talankirin, ew çalakiyê pêk tînin.
Mertalên Zindî ji bo sekinandina şer û rijandina xwînê bang li malbatên leşker û polîsan kirin û gotin, "Ji deşta Ehmedê Xanî em vê yekê ji AKP'ê re dibêjin: Bi vî şerê xwe yê qirêj re tu yê bi ser nekeve. Heta hilbijartinan tu yê bêhtir qels bibe. Aştîxwazên li Tirkiyeyê wê di hibijartinê de peyameke xurt bidin AKP'ê."
Rêveberê DBP'ê Şervan Demîroglû:
Em ji Çelê hatin vir. Berî meheke hikûmeta AKP'ê dest bi şer kir. Di vî şerî de hemû herêmên Kurdan dan ber bombeyan. Em ji bo aştiyê hatine vê derê. Ji bo ev herêmên me neyên bombekirin em li vir in.
Endamê MEYA-DER'ê Mûxlîs:
Em ji Çelê hatine, ev pênc roj in em li vir in. Em ji bo aştiyê, ji bo gelê Kurd hatine vê derê.
Em dixwazin bala tevahiya gelê me li ser vê rewşê be, ji bo vî tiştî were vê derê.
Jiyana me ya rojane li vir xweş derbas dibe, tirs nîne. Em li vir rehet in. Em dixwazin gelê me were vê derê û piştgiriyê bide me.
Çalakgera Jin:
Ev du roj in ez li vir im. Em ji bo xatirê gerîla, leşker û polîsan hatine vê derê. Em dixwazin dayikên leşker û polîsan jî rabin ser xwe û pêşî li vî şerî, li rijandina xwînê bigirin. Ku dayik negirîn, dilê dayikan nesoje. Li vê derê, tirs nîne, her kes di nava xweşiyê de ye. Em dixwazin girseyên gel jî bên vê derê. Ji bo rawestandina rijandina vê xwînê, em amade ne heta dawiyê li vir bin. Biçûk mezin ez bang li gelê Çelê dikim ku bê vê derê, axa xwe, gelê xwe biparêze.
Hevşaredarê Çelê Servet Tûnç:
Ji bo Serokê Gelê Kurdistanê û ji bo tevahiya gelê xwe, em li Deşta Ehmedê Xanê silav û hurmetê xwe ji bo we hemûyan pêşkêş dikin. Weke tê zanîn Serokê me beriya du salan dest bi pêvajoyeke nû kir. Wateya pêvajoyê; çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd bû. Lê mixabin desthilatdariya AKP'ê ev destê aştî û biratiyê li hewa hişt. Ev pêvajo ji bo êrîşa li hemberî gelê Kurd hat bikaranîn. Di dawiyê de di êrîşa li Pirsûsê de gelek welatparêzên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest dan.
Em ji bo sekinandina vî şerê qirêj li vir in. Em bang li gelê Tirk jî dikin ku dakevin qadan, bikevin ser rêyan, derkevin zozanan û hewl bide vî şerî rawestîne.
Gelê Kurd di nava van du mehan de berxwedaneke pîroz meşand. Em naxwazin ti mirov bên kuştin. Di nava Tirkan de jî, bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin hin malbat dibêjin êdî bese ji vî şerî re. Naxwazin ev şer bimeşe. Ew jî dizane ev şer ji bo qirêjiyekê tê kirin. Vê yekê bala wan jî kişandiye. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin û dibêjin; werin deşta Ehmedê Xanê bibin mertalên zindî.
Ji vê derê em ji AKP'ê re dibêjin; tu yê vî şerê qirêj nikaribe bi ser bixîne. Piştî du mehan hilbijartinek tê lidarxistin. Di nava van du mehan de jî tuyê hêza xwe bêhtir winda bike. Em bawerin ku aştîxwazên Tirkiyeyê wê peyamekê bidin te, ku tuyê bibîne li vî welatî aştîxwaz gelek hene.
Hevseroka HDP'ê ya Çelê Halîme Şîmşek:
Weke Rêxistina HDP'ê ya Çelê ev 5 roj in em çalakiya mertalên zindî dimeşînin. Çalakiya me, ji ber şert û mercên nebaş ê hewayê, hinekî bi zehmetî dimeşe. Lê ji bo gelê xwe, ji bo aştî û aramiyê em ê di her şert û mercan de têkoşîna xwe bidomînin.
Me çalakiya xwe bi awayekî dorveger dan destpêkirin. Carna 20, carna jî ji aliyê 30 hevalan vê tê meşandin. Em bang li gelê Çelê dikin ku beşdarî çalakiyê bibe. Ji ber ku gelê Çelê bi salan hem ji aliyê can hem jî mal ve gelek berdêl daye, gelek êş kişandiye. Ji bo ev şer careke din dewam neke, em dixwazin ku destekê bidin çalakiya me.
Endamê MEYA-DER'e Ramazan:
Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan pêvajoyeke nû da destpêkirin û vê pêvajoyê ji gelê Kurd piştgiriyeke mezin dît. Gel di wê baweriyê de bû, ku bi vê pêvajoyê re wê dewlet bi şiklekî bê ser maseya muzakereyê. AKP'ê ev pêvajo jî weke agirbestên beriya niha ji bo parastina berjewendiyên xwe, berjewendiyên partiya bi kar anî. AKP li bendê bû ku HDP li binê bendê bimîne. Lê HDP'ê bend derbas kir û cihê xwe di parlamentê de girt.
Weke Mertalên Zindî ji bo gelê Kurd û ji bo aştî û pêvajoya muzakereyê careke din destpê bike, îro bedena xwe li hemberî bomberdûmanê kirine sîper.
Jiyana vir jiyaneke cuda ye. Em dibêjin, "Eger hûn bomberdûmanê li gelê me, li hevalên me dikin, vaye em jî li vir in, bombeyan li me jî bibarînin."
Segvan Parlak:
Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê AKP'ê şer îlan kir. AKP a ku beriya hilbijartinê bi bilêvkirina gotina aştiyê dixwest dengê Kurdan kom bike, piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li hemberî Kurdan şer îlan kir. Weke gelê Kurd em dixwzin vîna xwe ya aştiyê ya beriya hilbijartinê, piştî hilbijartinê jî nîşan bidin. Ev şer ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatiye destpêkirin. Li gelek deverên Kurdistanê dest bi bomberdûmanê kiriye, daristanên me şewitandiye û mirovên sivîl qetil kiriye. Ji bo mirov nemirin, ji bo daristanên me neyên talankirin, em niha li deşta Xanê ne. Çalakiya me ya mertalên zindî di roja şeşan de ye. Em li vê derê bi rêbaza kolektîf û komunal dijîn. Bang li tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, bi taybetî jî ciwanên Çelê dikim ku tevlî çalakiyê bibin.