Gerîlayê HPG’ê Siyahtaş ber bi Êlihê ve hat oxirkirin

Gerîllayê HPG'ê Ersîn Siyahtaş (Bawer Reşkotî) ku li gundê Engesor a Tetwanê di encama kêmîna cerdevanan di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da piştî merasîma li Şehîdgeha Xerzanê, ber bi Êlihê ve hate oxirkirin.

Li navçeya Tetwan a Bedlîsê 2 roj berê li gundê Engesorê cerdevan kêmîn avetibûn gerîllayên HPG'ê û di encama pevçûnê de Ersîn Siyahtaş (Bawer Reşkotî) jiyana xwe ji dest dabû. Îro li Şehîdgeha Xerzanê merasîmek hate lidar xistin. Malbat, cenazeyê Siyahtaş ji gerîllayên HPG'ê wergirt û cenaze anî Şehîdgeha Xerzanê. Li gel bi sedan welatî, gelek rêvebir û nûnerên sazî û dezgehan û parlamenterên Bedlîs û Êlihê yên HDP'ê jî tevlî merasîmê bûn.

Piştî axaftinên li şehîdgehê hatin kirin, cenazeyê Siyahtaş ji bo ku were defin kirin ji Êlihê re hate oxirkirin.