Gelê Geverê li dijî terora dewletê li ber xwe dide

Tîmên tevgera taybet duh careke din xwestin bi wesayîtên zirxî û çekên giran bikevin nava taxên Geverê. Gelê Geverê êrîşa polîsan şikand û nehiştin bikevin taxên wan.

Tîmên tevgera taybet duh bi şev bi çekên giran û bi dehan wesayîtên zirxî êrîşî taxên Cûmhûriyet, Orman, Kişla, Yeşîldere, Esentepe û Esenyûrtê kirin. Gelê Geverê jî ji 7 salî heta 70 salî dest bi xweparastinê kirin û bi tilîlî, çepik û çalakiya dengderxistinê ve bersiv da êrîşan. Tîmên taybet li ser rêya Şemzînanê bi cih bûn û bi çekên giran ên wekî A-4 ve êrîşî bendên xweparastinê kirin. Welatî jî li ser vê yekê herikîn li qadên ku êrîş pêk tên. Li ser berxwedana gel tîmên taybet neçar man xwe ji taxan vekişînin.

Dîsa bi sedan welatiyên ku piranî ji jin û ciwanan pêk tê jî bi saetan li taxên Orman û Kişlayê bi çalakiya dengderxistinê ve meş lidar xistin. Di saetên pêş de welatiyan ji bo ku êrîşên sekvanan xwe biparêzin li pişt perdeyên ku daliqandine agir pêxistin û hem xwe germ kirin hem jî li ser agir çay dem kirin. Welatiyên li dora agir kom bûne jî bi stran, sirûd û sohbetan heta serê sibehê nobed girtin. Dayikan jî ji bo ciwanên ku nobedê digirin çay û xwarin anîn. Li taxa Cûmhûriyetê serketina berxwedanê li ber Mala Gel bi sirûd û govendê hate pîrozkirin. 

LI YEŞÎLDEREYÊ PEVÇÛN

Tîmên taybet saet di 23.30'an de êrîşî taxa Yeşîldereyê kirin û li vir jî bi narincok û çekên giran ve êrîşî bendan kirin. Ji ber ku gel jî xwe parastin, pevçûn derket. Piştî pevçûnê tîmên taybet neçar man xwe vekîşinin. Li taxê gelek gule li diwarên malan ketin.

HEDEFA DAWÎ ESENTEPE Û ESENYÛRT BÛ

Tîmên taybet herî dawî jî êrîşî taxên Esentepe û Esenyûrtê kirin. Bi şev saet di 00.30'an de êrîşê destpê kir û ji wesayîtên zirxî yên li pira Abdullah Canan hatine bicihkirin ber bi taxan êrîş pêk anîn. Tîmên taybet bi sedan gule berdan taxan û demeke dirêj welatiyên taxan taciz kirin û piştre mecbûr man vekişin.