KURDISTAN
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) êrişên li ser Komele şermezar kir û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.
Şengal birîneke ku her roj ji nû ve vedibe. Ji 857 cenazeyên ku bi giranî ji gorên bi kom hatine derxistin, zêdetirî nîvê wan hîn jî di tarîtiya bênavbûnê de ne. Ev dosya qîrîna rastiyekê ye ku di bin heriyê de rûbirûyê lehî, şewat û jibîrkirinê bûye.
Dr. Kamûran Berwarî ragihand ku li Rojhilata Navîn hevsengî têne guhertin û got, Kurd bêyî ku xwe bispêrin projeyên hêzên global divê stratejiya xwe ava bikin. Berwarî got, "Yekan rêya derketina ji vê pêvajoya dîrokî yekîtiya neteweyî ya Kurdan e."
Di encamnameyê de hate ragihandin ku konferansê îradeya çareseriyê daniye holê û civaka Êzidî li hemberî siyaseta helandinê dixwaze bi entegrasyoneke demokratîk mafên xwe misoger bike.
Konferansa "Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk a Şengalê” bı panela 3'Emîn bi dawî bû. Di konferansê de hat diyarkirin ku divê Iraq civaka Êzidî neteweyek ji Iraqê nas bike û hat gotin ku her dem her pêngavekê de jinê hebûna xwe û nasnameya xwe parastiye."
Hemû Nûçe
-
Çiyayê Cûdî tê bombekirin
Operasyonên leşkeran a li hemberî çiyayê Cûdî didomîn. Ji Tabûra Bêspin herêmên Eyneka û Deriyê Cebraîl tê bomberankirin.
-
-
Li Geverê balafira keşfê hat xistin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Îlonê balafireke keşfê ya ji Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rabûye ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.
-
-
Keşfa li qadên gerîla didome
Artêşa Tirk li Xakurkê, Xinêre, Garê û bejahiya navçeya Çewlik Xolxolê, bi pêgerên hewayî yên bêmirov keşif kir. Ji qereqolan jî bi obus, hawan û tankan, qadên gerîla hatin bombekirin.
-
-
Ji KCD'ê banga boykota dibistanan
KCD'ê tekildarî sala nû ya perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê zikmakî daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim banga boykotkirina dibistanên Tirkî kir û got ku divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve.
-
NPG: Li Dêrsimê 4 hevrêyên me şehîd ketin
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), daxuyanî û nûçeyên îdîa dikin 'li Heftanînê 60, li Dêrsimê 35 gerîla şehîd ketine' derewand. NPG diyar kir ku bi tenê li Dêrsimê 4 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.
-
Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -5
Bi berxwedana Serzorî re peyama "Hatina Kobanê dibe, lê derketin jê nabe. Heta mirovekî bi tenê lê sax bimîne, wê Kobanê nekeve" ji çeteyan re hatibû dayîn. Berxwedana Serzorî hesabên çeteyan xera kiribû.
-
Gel û parlamenteran xwe gihandin Cûdî
Ji bo pêşî li mirinan û operasyona leşkerî bigirin, gel û parlamenterên HDP'ê weke mertalên zindî berê xwe dan qada operasyonê. Girseya gel ji benda leşkeran derbas bû û xwe gihand çiyayê Cûdî.
-
-
-
-
-
Gel ji bo sekinandina operasyona li Cûdî ket ser rê
Leşkerên li çiyayê Cûdî derketin operasyonê, rêya Colemêrg-Şirnexê girtin. Gelê Şirnexê jî ji bo sekinandina operasyonê ket ser rê. Parlamenterê HDP'ê Encu got, "Leşkeran pêşî li me girtin, ji bo sekinandina mirinan em ê bibin mertalên zindî."
-
'Divê gel xwedî li şehîdgehan derkeve'
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê destnîşan kir ku êrîşan li hemberî şehîdan êrîşa li dijî mirovahiyê ye û got, "Divê gel xwedî li şehîdgehan derkeve û van êrîşan bi ruhê serhildanê şermezar bikin."
-
12. salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hat pîrozkirin
PYD'ê, li paytexta Elmanya Berlînê bi şahiyekê re 12. salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojava Sînem Mûhammed beşdarî pîrozbahiyê bû û destnîşan kir ku PYD bi ked û berdêlên mezin xwe gihandiye van rojan.
-
Kongreya PYD'ê di roja duyemîn de ye
Rûniştina roja duyemîn a Kongreya PYD'ê destpê kir. Di rûniştina îro de wê mijarên rêxistinî û guhertinên di mekanîzmaya rêxistinê de bên nirxandin.
-
ROJNEWS: Êrîşên sîber ên li dijî ajansa me dewam dikin
Desteya Weşanê ya ROJNEWS'ê ragihand ku êrîşên sîber ên li hemberî ajansa wan bi berfirehî dewam dikin û di serî de çapemeniya Kurda bang li hemû derdoran kir ku li hemberî êrîşên li dijî çapemeniya azad hişyar û hesas bin.
-
Gelê Êlihê: Tenê rêyek heye ew jî berxwedan e!
Gelê Êlihê nerazîbûn nîşanî êrîş û dorpêçkirina Cizîr, Sûr, Farqîn û Gimgimê da û diyar kir ku ew têkoşîna xwerêveberiyê didin. Êlihiyan anîn ziman ku wê heya dawiyê li hemberî êrîşên çeteyên AKP’ê bibin yek dil û li ber xwe bidin.
-
-
-
Cangoriyên Dêrsim û Heskîfê li Stockholmê hatin bîranîn
Ji gerîlayên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan Tolga Ozdenk, Sidika Yildiz, Ridvan Îpek, Baran Çetîn Kaya û gerîla Serhildan Yildirim ê di şerê li bejahiya Heskîfê de jiyana xwe ji dest da, li payexta Swêd Stockholmê bi merasîmê hatin bîranîn.
-
Sekvanan li Cizîrê minare ji xwe re kirin mewzî
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, ku tevî qedexeya derketina derve ya 9 rojan jî tîmên tevgera taybet nekarîbûn bikevin nava taxê, sekvanan minareyên mizgeftan ji xwe re kirin mewzî û ji wê derê gule li gel reşandin.
-