Ji bo pêşî li mirinan û operasyona leşkerî bigirin, gel û parlamenterên HDP'ê weke mertalên zindî berê xwe dan qada operasyonê. Girseya gel ji benda leşkeran derbas bû û xwe gihand çiyayê Cûdî.
ANF
ŞIRNEX
duşem, 21 rezberê 2015, 12:12
Ji bo pêşî li mirinan û operasyona leşkerî bigirin, gel û parlamenterên HDP'ê weke mertalên zindî ji navenda Şirnexê berê xwe dan qada operasyonê. Girseya gel ji benda leşkeran derbas bû û xwe gihand çiyayê Cûdî.
Di çalakiya mertalên zindî de parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mehmet Alî Aslan û Enîse Guneylî û parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez amade ne.
Girseya gel ji eraziyê benda leşkeran derbas kir û xwe gihand herêma gundê Spîndirok ê li quntarê çiyayê Cûdî.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu got, "Em niha li şehîdgehê ne. Top jî avêtine şehîdgehê. Lê zerareke mezin nebûye. Operasyona leşkerî dewam dike. Leşkeran xwe li hemberî şehîdgehê bi cih kirine. Beriya nîv saetê dengê çekan dihat."
Encu destnîşan kir ku heta operasyona leşkerî bi dawî bibe, ew ê çalakiya mertalên zindî bi gel re bidomînin.