Gelê Êlihê nerazîbûn nîşanî êrîş û dorpêçkirina Cizîr, Sûr, Farqîn û Gimgimê da û diyar kir ku ew têkoşîna xwerêveberiyê didin. Êlihiyan anîn ziman ku wê heya dawiyê li hemberî êrîşên çeteyên AKP’ê bibin yek dil û li ber xwe bidin.
OMER ÎKE
ÊLIH
duşem, 21 rezberê 2015, 09:20
Gelê Kurd piştî li gelek herêman xwerêveberî îlan kir, êrîşên AKP û dewletê jî li ser gelê Kurd di asta herî jor de zêde bûn. Yek ji cihên ku bûn hedefa dewletê jî navçeyên weke Cizîr, Sûr, Farqîn û Gimgim bû. Welatiyê Êlihê nerazîbûn nîşanî êrîşên AKP’ê dan û diyar kirin ku wê heya dawiyê li hemberî êrîşên AKP’ê bibin yek dil û li ber xwe bidin. Welatiyan dan xuyakirin ku tenê rêyek heye; ew jî bi ruhê berxwedana Cizîra Botan berxwedan e.
'LI HEMBERÎ DÎKTATORIYAYÊ BIBIN YEK DENG'
Welatiyê bi navê Ferhat Boral (33) diyar kir ku mafê dewletê nîne welatiyan ji kolanên ku lê mezin bûne derxe û wiha got: "Piştî AKP di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de têk çû, xwest ji bo hilbijartinek nû xwe bi hêz bike û dengên partiyên sîstemê bistîne. AKP bi polîtîkayên şer dixwaze gelê Kurd jî bike qurban û wan li ser axa wan derbixin. Divê gelê Tirkiyeyê li hemberî dewleta dîktator û yekkesî bibe yek deng."
'CIZÎRA BOTAN CIHÊ SERHILDANÊ YE'
Welatiyê bi navê Îhsan Bardak (62) da zanîn ku modela xwerêveberiyê wekî hêzeke guhertin, pêşeng û çareseriyê ye. Bardak bilêv kir ku ji bo gelê Kurd nebe pêşengê çareseriya pirsgirêka Tirkiyeyê Serokkomar Recep Tayîp Erdogan serî li hemû polîtîkayên qirêj daye û got: "Ji bo vê jî niha dixwaze li Cizîrê îradeya gel bişkîne. Lê bila Erdogan bizane Cizîra Botan cihê berxwedanê ye. Bingeha wê ji serhildaniyê tê, ti hêz û çete nekarin di şexsê Cizîrê de gelê Kurd bişkîne. Em hemû gelê Kurd yek dil û yek deng in."
'DIVÊ GELÊ TIRKIYEYÊ LI HEMBER ZILMÊ RABE SER PIYAN'
Welatiyê bi navê Husnu Uner (45) jî got ku gelê Tirkiyeyê ji van kiryarên AKP’ê gelek bêzar e û divê hemû gelê Tirkiyeyê ji van kiryaran re bêje 'bes e' û xwedî li Cizîra Botan û Amedê derkeve. Uner anî ziman ku tenê di destê gel de berxwedan maye, divê gel li ber xwe bide û hemû gelê Tirkiyeyê li dijî kelha zilmê rabe ser piyan.
'LI HEMBERÎ ZILMÊ TÊKOŞÎN FERZ E'
Mazhar Çîçek (55) jî diyar kir ku çi bibe bila bibe ti kes nikare gelê Cizîr, Amed, Gimgimê ji hev qut bike û wiha axivî: "Ruhê me yek e. Heya dawiya xwîna xwe em ê li hemberî polîtîkayên qirêj yên AKP’ê bitêkoşin. Li hemberî zilmê têkoşîn ferz e, ev yek di Qurana Pîroz de jî tiştek herî pîroz e. AKP ji hêz û berxwedêriya gelê Cizîr û Amedê ditirse. Ji ber ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Cizîrê ji sedan 97 deng girt Cizîr ji bo xwe kir hedef. AKP çi dike bila bike êdî demê wan qediya. Em ê weke gelê Kurd û Tirk destê xwe bidin hev ji bo aştiyek mayînde bitêkoşin."