Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, ku tevî qedexeya derketina derve ya 9 rojan jî tîmên tevgera taybet nekarîbûn bikevin nava taxê, sekvanan minareyên mizgeftan ji xwe re kirin mewzî û ji wê derê gule li gel reşandin.
ZEYNEP KÛRAY
ŞIRNEX / ANF
duşem, 21 rezberê 2015, 07:06
Li Taxa Cûdî ya Cizîrê, ku tevî qedexeya derketina derve ya 9 rojan jî tîmên tevgera taybet nekarîbûn bikevin nava taxê, sekvanan minareyên mizgeftan ji xwe re kirin mewzî û ji wê derê gule li gel reşandin. Şêniyên taxê ji ANF'ê re axivîn û diyar kir ku sekvanên gule li taxê direşandin riya wan dirêj bû û bi Erebîn dikin qîreqîr.
Li Taxa Cûdî ya ku 9 rojan di bin dorpêçiya dewletê de bû, ji bilî kolana Îpekyolû, mîna ku xisar li ti malên din nebûye. Li taxa ku xwerêveberî lê hatiye ragihandin, zarok mîna ku tiştek nebûye li nava kolanan dilîzin. Ewlekariya şêniyên taxê jî ji aliyê ciwanan ve tê kirin. Di serdana xwe ya li taxê de şêniyên herêmê ji me re radigihînin ku li taxa di dema qedexeya derketina derve de tîmên tevgera taybet dikirin nedikirin nikarîbûn bikevin nava taxê, li minareyên mizgefta Îpekyolû bi cih bûbûn û gule li derdorê direşandin. Xaniyên berê wan li mizgeftê ketine rewşeke welê ku nema dikarin bên bikaranîn. Lewma ji bo demekê hatine valakirin.
'JI MINAREYÊN MIZGEFTÊ BI ZIMANÊ EREBÎ DIAXIVÎN Û GULE LI DERDORÊ DIREŞANDIN'
Şêniyê Taxa Cûdî bavê pênc zarokan Mahmût Guzel anî ziman ku ew 9 rojan li Cizîrê bi komujiyê re rû bi rû man û got, "Eger ciwan nebûna, em ê hemû bihatina kuştin." Bi saya ciwanan tîmên tevgera taybet nikarîbûn bikevin nava taxê. Guzel anî ziman ku li ser vê yekê sekvan ketine nava tevgerê û ev sekvanên mirov û mal bi zanebûn hedef digirtin, riya wan dirêj bû û bi hev re bi Erebî diaxivîn. Guzel sekvan weke "bêsimbêl lê bi rî" pênase kir û got, "Bi Erebî dikin qîreqîr. Kincê reş li xwe kiribûn. Me ji gotina wan fêm nedikir. Rasterast gule li malan direşandin. Em nikarîbûn derkevin derve. Gule berdidan her tiştê dilive. Bifikrin; ji mala Xwedê gule li me direşandin." Guzel da xuyakirin ku wan di salên 90'î de jî hovîtiyeke bi vî rengî nedîtine û ji bo Serokkomarê dibêje "Eger me 400 wekîl werbigirta wê ev nebûya" got, "400 wekîl li aliyekî, êdî nikare ji herêmê dengekî bi tenê jî bi dest bixe."
Yek ji xaniyên li Taxa Cûdî rastî guleyên sekvanan hat mala Hasan Gozhan bû. Gozhan xaniyê ji du qatan ê 11 kes lê diman û ji ber gulereşandinê ket rewşeke nema dikare bê bikaranîn nîşan da û got, "Ji ber ku qedexeya derketina derve hebû, em li nava xanî de bûn. Ji nişka ve gule li me hatin reşandin. Ewilî me xwe li erdê dirêj kir. Fîşek di ser serê me re difiriyan. Bi zorê me xwe gihand mala cîranê xwe ku cihê xweveşartinê lê hebû. Em gelekî tirsiyan. Gule ji aliyê mizgefta Îpekyolû dihat teqandin. Bi zimanê Erebî tiştek digotin. Me digot qey çeteyên DAIŞ'ê dor li me girtine. Mîna kabûsê bû."
Gozhan ê ku ji ber mala wî ketiye rewşa nema dikare bê bikaranîn tevî malbata xwe li cem xizmên xwe dimîne anî ziman, ku ev hovîtiya ku zarokên biçûk jî hedef hatin girtin ji aliyê ti kesî ve nayê qebûlkirin û divê dewlet hesabê vê bide. Gozhan da zanîn ku ji ber sekvanan hema hema hemû cîranên wan ên li kolana li pêşberî mizgeftê xaniyên xwe vala kirine û got, "Mafê kesî nîne ku vê yekê li vî gelî bike."
'JI PIŞT VE GULE BERDIDAN ME!'
Emîne Erzen anî ziman ku 9 rojan bi şev û bi roj dewletê gule li wan reşandiye û diyar kir ku herı zêde zarok tirsiyane. Erzen got, "Ne elektrîk hebû ne jî av. Telefon jî hatibû qutkirin. Pitika min a biçûk bi rojan bê şîr ma" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Heta sibehan ji tirsa em nikarîbûn rakevin. Timî me li qûşxaneyan dixistin. Lê belê ev nedibû asteng ku ew guleyê li me nereşînin. Şukur ji Xwedê re rewşa me li gorî taxên din baştir bû. Ew gelekî perîşan bûn. Em nikarîbûn biçin hawara wan, ji ber ku çar aliyên me bi sekvanan hatibûn girtin. Em ji mizgeftê hem jî li cihên bilind gule li me direşandin. Zarokên biçûk jî hedef digirtin. Nikarîbûn bikevin nava taxê, lê di her firsendê de ji pişt ve gule berdidan û bombeyên gazê diavêtin."
Erzen da xuyakirin ku berevajî îdîayên hikûmeta demî, di nava 9 rojan de bersiv ji ti pêwîstiyên wan re nehatiye dayîn û got, "Ji ber sekvanan em nikarîbûn derkevin kolanê. Her tişt qedexe bû. Ya ku rayedar dibêjin, dereweke gelekî mezin e. Yên ku ev hovîtî anîn serê me û di ser re derewan dikin, bila Xwedê bela bîne serê wan. Bila ew jî heman zilmê bijîn."
'SEKVANAN PÊNC AJOKARÊN TIR'Ê QETIL KIRIN!'
Hedefeke din a sekvanan ajokarên TIR'ê bûn. Ajokarê rêya dirêj ê 9 rojan dor li wan jî hat girtin Yûsûf Emlek diyar kir ku di nava mirovên ji aliyê sekvanan ve hatine qetilkirin de pênc ajokarên TIR'ê hene. Emlek da xuyakirin ku ajokarên li deriyê sînor ê Xabûrê asê man, ji bo agahiyê ji malbatên xwe yên li navçeyê werbigirin, mirin dan pêş çavê xwe û çûn Cizîrê. Emlek da xuyakirin ku pênc ajokarên TIR'ê yên rêyên cuda bi kar anîn û ketin nava navçeyê ji aliyê sekvanan ve hatine qetilkirin. Emlek da zanîn ku emrê tîmên tevgera taybet ên li navçeyê hatin bicihkirin 40-45 salî bû û got, "Yên ku rûyên wan bi maske nehatibû girtin, hema hema hemû riya wan dirêj bû. Timî anonsên 'Pîçên Ermenî em ê we hemûyan bicehimînin' dikirin." Emlek anî ziman ku li gorî agahiyên ji wan re hatiye dayîn, ev tîmên taybet li sêwîxaneyê mezin bûne û ji aliyê dewletê ve weke kujeran hatine perwerdekirin û mezinkririn. Emlek diyar kir ku ji ber dorpêçiyê zarok 9 rojan bi şev gelekî tirsiyane û da zanîn ku AKP'ê ji bo dengan werbigire ev şer derxistiye. Emlek got, "Ji bo me bitirsîne ev hovîtî xistin dewrê. Lê belê em ê netirsin, em ê têk neçin."