Li Geverê balafira keşfê hat xistin
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Îlonê balafireke keşfê ya ji Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rabûye ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Îlonê balafireke keşfê ya ji Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rabûye ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 20’ê Îlonê balafireke keşfê ya ji Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rabûye ji aliyê gerîlayan ve hatiye xistin. Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku rêyên Çewlik-Amed, Amed-Pasûr-Licê di kontrola gerîlayan de ne û got: “Ji 17’ê Tebaxê heta niha rêyên Dêrsim - Erzîngan û Dêrsim – Pulur di kontrola gerîlayên me de ne.”
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê ya têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyanî da, ev agahî parve kir: “20’ê Îlonê saet 15.45'an balafireke keşfê ya ji Qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê rabûye piştî demekê ji aliyê gerîlayên me ve bi çekên giran û yên sûîqestê hatiye xistin. Enqaza balafira keşfê ya ketiye ji aliyê hêzên me yên gerîla ve hatiye desteserkirin. Li ser vê yekê qereqola Oremar; qada Şehîd Bager a li xeta sînorê Avaşîn bi obus, hawan û tankan bombe kiriye.
20’ê Îlonê saet 20.00'an li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê tîmeke gerîla bi çalakiyekê ketine avahiya YÎBO (Dibistana Şevînî) li vir odeya razanê û ya kompîter hatine şewitandin, di heman demê de 2 kamerayên mobese yên li ser rê hatine îmhakirin.
17’ê Îlonê bi tevlîbûna Fermandarê Kolordûya Amedê, Waliyê Mêrdînê, Midûrê Emniyetê yê Mêrdînê, Qeymeqamê Nisêbînê û fermandarên Tabûra Mêrdînê li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê civînek pêk hat. Di vê civînê de biryara operasyonê hatiye girtin û herêmên qedexe hatine îlankirin.
17’ê Îlonê saet 22.10’an li gundên Çalê, Bûzgir û Bezek ên girêdayî herêma Omerya ya Mêrdînê artêşa TC dest bi operasyonê kir û ev operasyon, 18’ê Îlonê saet 18.00’an bê encam vekişiya.
Operasyona bejahî ya artêşa TC, li herêma Cûdî ya girêdayî Şirnexê ev sê roj in didomin. Detayên berfireh wê piştre bên ragihandin.
20’ê Îlonê saet di navbera 17.00-18.00’an li navbera Qirika Şantiyeyê û Çiyayê Filleha yê girêdayî Şirnexê leşkeran kemîn danîbûn, gerîlayên me ev kemîn ferq kirin û bi çekên ferdî û navîn çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de hejmara mirî û birîndaran nehat zelalkirin. Piştî çalakiyê li ser herêmê bi piştgiriya pêgerên hewayî yên bê mirov êrîşên hewayî destpê kirin.
Ev demeke artêşa TC bi piştgiriya cerdevanan li herêma Çiyayê Filleha ya girêdayî Şirnexê û Gundikê Melê kemînê datînin. Ev xebatên kemînan hê jî didomînin.
RÊYÊN ÇEWLIK-AMED, AMED-PASÛR-LICÊ DI BIN KONTROLA GERILAYAN DE NE
Ji 13’ê Îlonê û vir ve rêya Çewlik û Amedê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Ji 15’ê Îlonê û vir ve rêya Amed-Pasûr-Licê di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
20’ê Îlonê saet di navbera 18.00-22.00’an de hêzên gerîlayên me li navbera navçeya Farqîn a Amedê û rêya Êlihê kontrolên nasnameyan kirin, der barê pêvajoyê de gel agahdar kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin. Êvarî saet 21.30’an artêşa TC rêya Farqînê û rêya qereqola Gundê Korîka ya Êlihê ji çûyîn û hatinê re girt. Ev rê hê jî girtiye.
Ev sê roj in, qereqola Hîvrî ya girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê, bi tank û A-4’an derdora xwe gulebaran dike. Di encamê gulebarana de erazî şewitandin. Her wiha li gundên Xomaç, Hopîk û Kortî ku nêzî qereqolê ne, yekîneyên veşartî li ser xebatan in.
Ji 18’ê Îlonê heta 20’ê Îlonê artêşa TC li herêmên Xatûrka, Tirin û Hînova yên girêdayî navçeya Xîzan a Bedlîsê dest bi operasyonê kir. Dema ev xebatên operasyonê berdewam dikirin, di heman rojê de operasyona ku li ser gundê Kote pêk hat, bê encam vekişiya.
HELÎKOPTERA SKORSKY HAT DERBKIRIN
20’ê Îlonê saet 06.00’an rêyên Çewlik-Erziromê ketin bin kontrolê, nasname hatin kontrolkirin û gel der barê pêvajoyê de hat agahdarkirin. Saet 11.20’an bi pêşengiya cerdevanên ji Hamamlarê, leşkeran xwestin ji sê baskan ve ji gundê Kelîgavanê êrîş bikin. Hêzên gerîlayên me ev ferq kirin û bi çekên ferdî û giran ve bersivandin. Heta piştî nîvro saet 01.00’an jî pevçûn berdewam kir. Saet 01.00’an de bi piştgiriya 4 helîkopterên Kobrayê ve, xwestin bi 2 helîkopterên Skorsky leşkeran deynin, lê piştî bi lêdana bi bandor hat derbkirin, helîkoptera Skorsky bê ku leşkeran deyne ji qadê dûr ket. Bi 4 helîkopterên Kobrayê ve xwestin mudaxeleyî qadê bikin, lê bi çekên giran, BKC û B-7 ve bi bandor hatin derbekirin. 2 helîkopterên Kobrayê ku bi giranî hatin derbkirin ji qadê vekişiyan. Piştî nîvro saet 15.30’an careke din 2 helîkopterên Kobra hatin qada çalakiyê bomberdûman kirin. Ev bomberdûmana heta saet 00.00’an berdewam kir, di encama bomberdûmanê de erazî şewitandin. Di van pevçûnan de bi zelalî 6 leşker hatin kuştin. Li qada ku hejmara mirî û birîndarên wan zêde ne, leşkeran bi wesayîtên sivîl ve mirî û birîndarên xwe radikin. Piştî çalakiyê li ser qadê pêgerên hewayî yên bê mirov geriyan. Hêzên gerîlayên me ev çalakiya mîsîllemeyê ji bo bersivdayîna êrîşa li hember Şehîdgeha Gimgimê û bîranîna hevalên me yên li Gimgimê şehîd ketin, hevalên Rodî û Serhat pêk hat.
17’ê Îlonê dema ku artêşa TC li Şehîdgeha navçeyê ya Gimgim a Mûşê dest bi operasyonek berfireh kir, tîmek gerîlayên me xwestin biin cihê operasyonê û li wir ketin kemînê. Di vê kemînê de Hevalê Rodî Xelat ji komê qut bû. Di encama êrîşên helîkoptera Kobrayê de hevalê Rodî Xelat şehîd ket. Di daxuyaniya me ya berê de jî hate diyar kirin ku Hevalê Serhed Ronî jî di pevçûnên operasyonan de şehîd ket.
LI ÎDIRÊ OPERASYONA ARTÊŞA TIRK DIDOME
Operasyona ku artêşa TC di 8’ê Îlonê de li herêma Kirê Kor a girêdayî Îdirê dabû destpê kirin, bi piştgiriya hewayî ve didome. 13’ê Îlonê evarî saet 18.00’an bi koordîneya pêgerên hewayî yên keşfê û helîkopterên Kobra û Skorsky ve li herêmên Kirê Benîştoke û Geliyê Zemyanê leşker danîn û operasyon berfirehtir kirin. 14’ê Îlonê saet di navbera 11.00-15.30’an de hêrêma Meşe bi koordîneya pêgerên hewayî yên keşfê ve balafirên şer bomberdûmaneke zêde kirin û di 15 mehê de leşker li qadê danîn. Ev operasyona ku di erazî de bi kemîndanînê dimeşiya, saet 19.00’an bê encam kişiya. Dema vekişînê de artêşa TC zerar dan mulkên gundiyan.
Di heman qadê de artêşa TC 15’ê Îlonê li derdora qereqola Korxanê leşker danî û li derdora qereqolê dest bi operasyonê kir. Heman rojê de bi topên hawanê û çekên A-4’ê derdora xwe bomberdûman û gulebaran kir. Di vê operasyona ku bi piştgiriya hewayî didome, nûçeyên wekî 3 gerîla windahiyên me hene ne rastin, agahiyên derewîn in.
16’ê Îlonê di êrîşên operasyona artêşa Tirk ya li bejahiya navçeya Pilûr a Dêrsimê de gerîlayekî me şehîd ket. Der barê hevalê me yê şehîd de Fermandariya Biryargeha Navendî daxuyanî da.
20’ê Îlonê saet 18.15’an di navbera yekîneyek gerîlayên me yên li nêzî herêma Destê ya girêdayî navçeya Nazmiyê ya Dêrsimê diçûn wezîfeyê û leşkerên artêşa TC de pevçûnek dem kurtî rû da. Der barê detayên vê pevçûnê de agahiyên zelal nehatine girtin. Ev yekîneya me bi sexlemî gihiştiye bargeha xwe.
Ji 17’ê Tebaxê û vir ve rêya Dêrsim-Erzîncan û Dêrsim- Pilûr di bin kontrola hêzên gerîlayên me de ne.
Sîcila hevalên me yên şehîd ketine:
Nasnav: Rodî Xelat
Nav-Paşnav: Samfter Yahat
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Navê dayik-bav: Nafiye – Mehmet
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2015 / Mûş
Nasnav: Serhed Ronî
Nav-Paşnav: Sûat Onûrtaş
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Navê dayik-bav: Meryem – Abdulbakî
Dîrok û cihê şehadetê: 17’ê Îlona 2015 / Mûş”