Gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez li Mîlano hat bîranîn

Gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cemo) yê di şerê 27'ê Tebaxê de li bejahiya Erzînganê jiyana xwe ji dest da, li Salona Dawetê ya Pazarcixê ya li bajarê Îtalya Mîlano hat bîranîn.

Gerîlayê HPG'ê Kemal Ozsonmez (Cemo) yê di şerê 27'ê Tebaxê de li bejahiya Erzînganê jiyana xwe ji dest da, li Salona Dawetê ya Pazarcixê ya li bajarê Îtalya Mîlano hat bîranîn.

Di merasîma ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de, sînevîzyon hat nîşandan. Pismam û xaltîka Ozsonmez jî di merasîmê de amade bûn. Xizmên wî kesayetiya Ozsonmez vegotin.

Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel jî li merasîmê amade bû û rewşa dawî ya siyasî nirxand.

Merasîma bîranînê ya dirûşmên "Şehîd Namirin" lê hat qîrîn, bi hevpeyvîna li ser pêvajoya giştî dewam kir.

...