KCD'ê tekildarî sala nû ya perwerdeyê û perwerdeya bi zimanê zikmakî daxuyaniya çapemeniyê lidar xist. Parlamenterê HDP'ê yê Sêrtê Kadrî Yildirim banga boykotkirina dibistanên Tirkî kir û got ku divê gel xwedî li zimanê xwe derkeve.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî Perwerdeya Zimanê Dayikê û Mafê Ziman li avahiya KCD'ê dayuxaniyê da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Prof. Kadrî Yildirim, Feleknaz Uca, endamê Serokatiya Dîwana KCD'ê Mulkiye Bîrtane û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Emîne Ayna û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Parlamenterê HDP'ê ya Sêrtê Kadrî Yildirim ve hat dayîn. Yildirim diyar kir ku sala nû ya perwerdeyê di nav şermek mezin de wê destpê bike û wiha got: "Lewre îro li Tirkiyeyê herî kêm 20 mîlyon xwendekarên Kurd ji zîmanê xwe yê zikmakî muhaf in."
Yildirim bal kişand ser daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davutoglu ya "Êdî Kurd dikarin bi zimanê xwe bilorînin" û got ku ev jî tê wateya ku dê li Cizîr, Silopiya û Amedê dê zêdetir komkûjî pêk bên û Kurd jî dikarin li ser wan bi Kurdî bilorînin.
'DEV JI VAN POLÎTÎKAYAN BERDIN'
Yildirim anî zîman ku êdî ew naxwazin zimanê xwe di şînê de biaxivin û bal kişand ser nakokiyên daxuyaniyên rayedarên AKP'ê û Serokkomar Erdogan û wiha axivî: "Berdevkê AKP'ê Arinç radibe û dibêje zimanê Kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye. Lê Serokkomar Erdogan rabû Qurana Pîroz wergerand zimanê Kurdî di pêvajoya hilbijartinê de û polîtîkayên xwe li ser Qurana bi Kurdî domand." Yildirim bang li hikûmetê kir ku dest ji van polîtîkayan berdin.
'EGER ZIMAN BÊ ASÎMÎLEKİRİN WÊ QURAN JÎ BÊ ASÎMÎLEKIRIN'
Yildirim herî dawî ji ayetên Quranê mînakan anî ziman û wiha got: "Di Qurana Pîroz de dibêjê ku 'her zimanek ayetek e'. Eger ziman were asîmîlekirin ayeta Quranê ji tê asîmîlekirin."
BANGA BOYKOTKIRINA DIBISTANÊN TIRKÎ!
Yildirim banga boykotkirina dibistanên Tirkî jî kir û axaftina xwe bi wan gotinan bi dawî kir: "Em bang li gelê Kurd dikin ku xwedî li zimanê xwe derkevin. Bila gelê me zimanê xwe hîn bibin û bi zimanê xwe biaxivin. Zimanê me rûmeta me ye. Ji ber vê jî em bang li hemû kesan dikin ku dibistanên Tirkî yên di 28'ê Îlonê de vedibin, boykot bikin. "