Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê destnîşan kir ku êrîşan li hemberî şehîdan êrîşa li dijî mirovahiyê ye û got, "Divê gel xwedî li şehîdgehan derkeve û van êrîşan bi ruhê serhildanê şermezar bikin. Rastiya PKK'ê rastiya şehîdan e. Afirînerên serketinê û tekane temînata azadiyê, şehîdên me ne."
Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê da xuyakirin ku di vê demê de êrîşa li hemberî şehîdgehan yanî qadên pîroz, nêzîkatiya herî bi şerm a kîn û hêrsê ye. Komîteyê diyar kir ku êrîşa li hemberî nirxên gelekî li ti devera cîhanê nehatiye dîtin û da zanîn ku zîhniyet û êrîşeke zalimane ya cihê xwe di ti pîvanên şer de nîne, xwe nîşan daye. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev yek jî qonaxa dawî ya binketina hêzekê ye, mukurhatina li têkçûnê ye. Zîhniyeta serdest a AKP'ê bûye cinawir, her derê hildiweşîne û talan dike. Nêzîkatiya DAIŞ'ê jî bi heman zîhniyetî ye. Divê neyê ji bîrkirin; ev gel ji bo azadiyê tî ye û di ruh û raman de azad e. Dema nêzîkatiyeke şaş li hemberî nirxên gelê Kurd were nîşandan, wê gelê Kurd jî bersiva vê bide. Êdî Kurdekî li gorî dilê wan nîne. Rastiya gelekî heye ku xwe diparêze û xwedî li nirxên xwe derdikeve."
Daxuyaniya komîteyê bi vî rengî dewam kir:
"Weke Komîteya Piştgiriya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê em dibêjin ku ev êrîş êrîşek li dijî mirovahiyê ye. Ev êrîş, tinekirina çand û dîroka gelekî ye. Weke komîte em vê êrîşê şermezar dikin û destnîşan dikin ku bi nêzîkatiyên faşîst û neteweperest re wê tiştek bi dest nekeve. Yê bi ser bikeve wê azadî be, wê mirovahî be. Yê winda bike wê hêzên serdest bin. Weke komîteyê em bang dikin ku li dora şehîdan bicivin, hevrêyên me yên li şehîdgehan radizên ji bîr nekin û li ser vê bingehê nezîkatiyê nîşan bidin. Şehîdên me, navê îdîa û hêviya me ya li çiyayên Kurdistanê dimeşe, cewhera şoreşa me ya zîhniyetê ye. Şehîd bûn ronahiya ji agir a berxwedan û vejînê, di rêwîtiya ber bi rojê de bûn lêgerînerên herî mezin ên rastiyê. Ji ber vê yekê em bang li gel dikin. Ti kes nikare bi şaşîtî nêzî nirxên me yên hêzê bibin. Divê gel xwedî li şehîdgehên xwe derkeve û bi ruhê serhildanê van êrîşan şermezar bike. Rastiya PKK'ê rastiya şehîdan e. Afirînerên serketinê û tekane temînata azadiyê, şehîdên me ne."