MŞD'ê 6. kongreya PYD'ê pîroz kir

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî, 6. kongreya PYD'ê ya li Rimêlanê pêk tê, pîroz kir.

Rêveberiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê (MŞD) bi daxuyaniyeke nivîskî, 6. kongreya PYD'ê ya li bajarokê Rimêlanê yê Kantona Cizîrê pêk tê, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandi ser beşdariya nûnerên partiyan û şexsiyetên ji her çar parçeyên Kurdistanê li kongreyê û hat destnîşankirin, ku ev yek nîşan dide; her çend car caran alozî di nava hêzên Kurd de derkevin jî dîsa dikarin werin cem hev. MŞD'ê destnîşan kir ku ev yek hêzên Kurd li cîhanê dike xwedî îdare.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di pêvajoyeke şerekî giran li Rojava li hemberî terorîstan tê meşandin, bi xwîn û xwêdan xaka pîroz tê parastin û neyarên kurdan bi kîn û jehr êrîşî gelê herêmê dikin de 6. kongreya PYD'ê tê lidarxistin û ev xal hat destnîşankirin:

"PYD bi qehremanî û cesaret bi ser neyaran de meşiya. PYD bû bawerî, bû hêvî ji bo gelê herêmê. Ji ber wê qehremaniyê, welatên ji DAIŞ'ê aciz û bi xof, gihîştin wê baweriyê ku hêza sereke ya dijmin bişişîne gelê Rojava ye. Têkoşîna YPG'ê erd û ezman hejand. Medya cîhanê heyraniya xwe ya ji keçên Kurd ên têkoşer re bi dilxweşî anî ziman. Hêza jina Kurd îro bûye mînak ji bo hemû jinên cîhanê."

'PYD GARANTIYA AZADIYA ÊZIDIYAN Û HEMÛ KURDAN E'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku PYD'ê di rojên ji her alî ve êrîşên dijwar hebûn, rojên hebûn û tinebûnê de, ji wê xeleka agir berê xwe da çiyayê Şengalê û bi hezaran Êzidî ji mirinê rizgar kir.

MŞD'ê got, "Bi îmkanên kêm berxwedaneke mezin nîşan da. Ew Êzidiyên ku hêviyên wan şikestibûn, li ber lehengiya şervanên YPG'ê ji nû ve bi ser xwe ve hat û li kêleka YPG'ê ketin dîlana tolhildanê.

Em weke Meclîsa Şengalê ya Dîaspora, li ser navê civaka Êzidî spasiyên xwe ji hemû şervanên YPG/YPJ'ê re pêşkêş dikin. Kongreya 6. ji dil pîroz dikin. Em hêvî û daxwaz dikin ku ev kongre bibe kongreya yekîtiya gelê Kurd. Hebûna PYD'ê garantiya azadiya Êzidî û hemû Kurdan e. Em bejna xwe li ber hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ditewînin. Rojên azad nêzîk in. Hêviyên me mezin in."