12. salvegera damezrandina PYD'ê li Berlînê hat pîrozkirin
PYD'ê, li paytexta Elmanya Berlînê bi şahiyekê re 12. salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojava Sînem Mûhammed beşdarî pîrozbahiyê bû û destnîşan kir ku PYD bi ked û berdêlên mezin xwe gihandiye van rojan.
ANF
BERLÎN
duşem, 21 rezberê 2015, 10:08
PYD'ê, li paytexta Elmanya Berlînê bi şahiyekê re 12. salvegera damezrandina xwe pîroz kir. Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojava Sînem Mûhammed beşdarî pîrozbahiyê bû û destnîşan kir ku PYD bi ked û berdêlên mezin xwe gihandiye van rojan.
12. salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li paytexta Elmanya Berlînê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ji aliyê rêxistina PYD'ê ya Berlînê ve hat organîzekirin de, tevî nûnerên PYD, NAV-DEM, YNK û Tevgera Goran, gelek siyasetmedarên Kurd û şexsiyet amade bûn. Li salona ku bi sedan beşdar amade bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Rustem Cûdî, Arîn Mîrxan û alên PYD, YPG û YPJ'ê hatin daliqandin.
'PYD BI KEDÊ MEZIN DIBE'
Nûnera Ewropayê ya Kantonên Rojavayê Kurdistanê Sînem Mûhammed li pîrozbahiyê peyivî û di yar kir ku ew di rojeke dîrokî de ne. Mûhammed got, "Îro rojeke dîrokî û girîng e. PYD a di sala 2003'an de li Rojava ava bû, roj bi roj mezin bû. Bû xwedî ked û destketiyan. Têkoşiya û bû hêzek. Em îro 12 salên vê partiyê pîroz dikin. Vê partiyê bi xwe re di heman demê de şoreşeke nû ya zîhniyetê afirand. Ev yek şoreşa jinê, şoreşa azadiyê ye."
Sînem Mûhammed bal kişand ser kongreya PYD'ê ya li bajarê Qamişloyê yê Kantona Cizîrê tê lidarxistin û got, "Li paytexta Rojavayê Kurdistanê Qamişlo, kongreya PYD'ê tê lidarxistin. Di vê kongreyê de wêneyê çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin. Ev yek jî hêza PYD'ê nîşanî me dide. Bi vê hêza xwe de PYD'ê di nava gel û cîhanê de cihê xwe girt. Ev yek jî bi xwîna şehîdan û keda gel pêk hat. Ev partî bi keda endamên xwe, gelê kurd, jin, ciwan û hemû dostan mezin dibe."
Di pîrozbahiyê de nûnerên YNK û Tevgera Goran jî axivîn û destnîşan kirin ku divê xwedî li Şoreşa Rojava bê derketin. Li dû axaftinan hunermend Xelîl Xemgîn, Diyar, Bengî Agirî û hunermendên herêmî derketin ser dikê. Şahiya ku heta derengiya şevê dewam kir, bi qîrîna dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî YPJ" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.