Li Geverê gel li ber xwe da, polîs vekişiyan
Li Geverê tîmên tevgera taybet, nikarîbûn berxwedana gel bişkînin û vekişiyan nuqteyên xwe.
Li Geverê tîmên tevgera taybet, nikarîbûn berxwedana gel bişkînin û vekişiyan nuqteyên xwe.
Li Geverê tîmên tevgera taybet, nikarîbûn berxwedana gel bişkînin û vekişiyan nuqteyên xwe.
Gelê Geverê li dijî êrîşên tîmên taybet parastina xwe ya rewa berdewam dike. Gelê Geverê li dijî êrîşên polîsan ên şevê din dest pê kir, heta serê sibê di ber xwe da û parastina xwe kir. Tîmên taybet şevê din li taxên Cumhuriyet, Orman, Kişla, Yeşildere û Dizê bi çekên giran êrîş pêk anîn. Gel li dijî êrîşan kolan û taxên xwe parastin û heta serê sibê di ber xwe dan.
Terora dewletê li Geverê bi hefteyan e didome. Li navçeya Geverê tîmên taybet 4 şevin li ser hev êrîşan pêk tînin. Gelê Geverê şevê din li taxên Cumhuriyet, Eski Kişla, Gungor û Ormanê li dijî êrîşên polîsan li ser xendekan kom bûn û agir pêxistin. Girseyên ku li hev kom bûn û nobetên taxê girtin, rastî êrîşên polîsan û tîmên taybet hatin. Dema maşîneya polîsan a zirxî saet di 23.50'an de ji taxa Ormanê derbasî taxa Cumhuriyetê dibû teqîn pêk hat. Dema maşîneya zirxî ya polîsan derbas dibû teqînek mezin pêk hat. Dema taqîn pêk hat maşîneya kîrpî zerarek mezin dît. Welatiyên herêmê diyar kirin ku di teqinê de polîs û tîmên taybet ên birîndar û mirî ji hene.
GEL AGIR PÊXIST Û ÇALAKÎ PÊK ANÎ
Piştî teqîn pêk hat, maşîneya zirxî darbeyek mezin dît û dûxan bilind bûn. Li ser teqînê tîmên taybet paşve kişiyan.
Dema teqîn pêk hat camên gelek malên derdorê şikestin û zerar dîtin. Dîsa têlên ceyranê jî qut bun. Piştî maşîneya zirxî zerar dît, saet di 01.00'an de welatî li taxa Cumhuriyetê kom bûn û bi silogan û sirûdan heta taxa Ormanê meşiyan. Gel li taxa Ormanê civîyan û agir pêxistin. Girseya ku li dora agir kom bûn govend gerandin, heta serê sibê li taxê nobet girtin.
Li aliyê din saet di 03.00'an de tîmên taybet û polîsan li taxên Yeşildere êrîş pêk anîn. Tîmên taybet ku li hin kolan û kuçeyan bi ih bûn ketober gule avêtin derdorê. Tîmên taybet ku li kolanan rawestiyan, li hemberî berxwedana gel paşve kişiyan.