Çiyayê Cûdî tê bombekirin

Operasyonên leşkeran a li hemberî çiyayê Cûdî didomîn. Ji Tabûra Bêspin herêmên Eyneka û Deriyê Cebraîl tê bomberankirin.

Operasyonên leşkeran a li hemberî çiyayê Cûdî didomîn. Ji Tabûra Bêspin herêmên Eyneka û Deriyê Cebraîl tê bomberankirin.

Ev 2 roj in ji Tabûra Bêspin ya navçeya Silopî a Şirnexê çiyayê Cûdî tê bombebarankirin. Îro jî herêmên Eyneka û Deriyê Cebraîl tên bombebarankirin. Piştî bombebaranê li herêmê agir bi daristanan ketiye. Ji aliyê din ve li çiyayê Cûdî herêma dikeve navbera Girê Çolya û gundê Hesana ku beriya niha hatibû bombebarankirin agir bi daristanan ketibû hê jî didome.