Cangoriyên Dêrsim û Heskîfê li Stockholmê hatin bîranîn

Ji gerîlayên li Dêrsimê jiyana xwe ji dest dan Tolga Ozdenk, Sidika Yildiz, Ridvan Îpek, Baran Çetîn Kaya û gerîla Serhildan Yildirim ê di şerê li bejahiya Heskîfê de jiyana xwe ji dest da, li payexta Swêd Stockholmê bi merasîmê hatin bîranîn.

Gerîlayên li Dêrsimê di şerê li dijî hêzên çekdar ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan Tolga Ozdenk (Firat Şiyar), Sidika Yildiz (Destan Rustem), Ridvan Îpek (Rêzan Erzûrûm), Baran Çetîn Kaya (Brûsk Dêrsim) û gerîla Serhildan Yildirim (Canşêr Adar) ê di şerê li bejahiya Heskîfê de jiyana xwe ji dest da, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de wêneyên cangoriyan bi kulîlk û findan hatin xemilandin. Kurdistaniyên di civîna bîranînê de axivîn, bal kişandin ser girîngiya cangoriyan ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurd û xizmên cangoriyan jî bîranînên xwe yên bi cangoriyan re parve kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer ku ji bo xebatên hlibijartinê li Swêdê ye beşdarî merasîmê bû. Uçer da xuyakirin ku berpirsyarê ji nû ve destpêkirina şerê li Kurdistan û Tirkiyeyê AKP ye û diyar kir ku Erdogan li hemberî Kurdan dest bi şerê topyekûn kiriye. Uçer da zanîn ku Erdogan vî şerî ne tenê li Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî didomîne.

Uçer diyar kir ku HDP li hemberî polîtîkaya şer a AKP'ê aştiyê diparêze û dixwaze çek bêdeng bibe. Uçer bang li Kurdistaniyên li welatên Ewropayê dijîn kir ku piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî vî şerî tê meşandin.

Pismamê Serhildan Yildirim Serkan Yildirim jî da xuyakirin ku ev 3 nifş in ew bi malbatî di nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd de cih digirin û anî ziman ku bavê Serhildan di 12'ê Îlonê de hatibû girtin, Serhildan jî têkoşîna bavê xwe dewam kiriye. Yildirim destnîşan kir ku heta azadiya Kurdan, weke malbatê ew ê têkoşîna xwe bidomîne.

Dotmama Yildirim Newroz  Yildirim jî piştî ku ji bo bîranîna Serhildan û cangoriyên din helbestek xwend, girtina Serhildan û helwesta hovane ya dewleta Tirk vegot.

Yildirim da xuyakirin ku îşkenceyên li dijî mirovahiyê li Serhildan hatiye kirin û got, "Dê û bavê wî, Serhildan ji şopa birînekê ya biçûkanî li pişta wî der bû, nas kirine. Îşkence li cesedê Serhildan kirin, cesed xera kirin."

Yildirim anî ziman ku ev yek encamên şerê qirêj ê Erdogan ji bo hilbijartinê daye destpêkirin e û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li hemberî polîtîkaya şer.

Xizmê Tolga Ozdenk Ûgûrhan Çetînkaya diyar kir ku dema Tolga ji dayik bû wî bi destê xwe ew şuştiye û got, "Di destpêkê de îşkence li dê û bavên me kirin. Piştre li me kirin. Niha jî zarokên me qetil dikin."

...