Guneylî ya li Cûdiyê ye: Em ê nobedê bigirin û şer rawestînin

Parlamentera HDP’ê Guneylî ya li Cûdiyê ye diyar kir ku ji bo şerê germ rawestînin wê li vir bimînin û nobedê bigirin.

Parlamentera HDP’ê Guneylî ya li Cûdiyê ye diyar kir ku ji bo şerê germ rawestînin wê li vir bimînin û nobedê bigirin.

Parlamenterên HDP’ê Enîse Guneylî, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Aycan Îrmez, Mehmet Alî Aslan û bi sedan kes, ji bo êrîşa li hember şehîdgeha li Cûdî û şerê germ rawestînin vê sibehê ber bi Cûdiyê ve ketin rê. Parlamenterên piştî 5 kîlometre dûrî Şirnexê ji aliyê jendermeyan ve hatin astengkirin, hewl didin di rêyên gundan de bigihêjin Cûdiyê.

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Enîse Guneylî ya di heyeta mertalên zindî de cih digire, têkildarî çalakiya nobedê ya li Çiyayê Cûdî ji ANF’ê re axivî.

'EM DENGÊ TOPAN DIBIHÎZIN’

Guneylî got, "Dema em hatin vir, em rastî astengiyan hatin. Em di rêyên gundan de gihiştin vir. Em niha 5 parlamenter, rêveberên partiyê û gel li vir in. Piştî em hatin vir. Me ji dûr ve dengê topan bihîst. Jixwe derdora şehîdgehê jî hatiye bombekirin. Hinek kevirên goran şkestine. Ji ber êrîşê di nîvê baxçe de jî koncaleke mezin vebûye.”

Guneylî axaftina xwe wiha domand: "Li girê beramberî me, leşker û wesayîtên zirxî hene. Em ê îşev li vir bin. Cûdî her roj ji hewayê tê bombekirin. Eger mudaxeleyeke leşkeran li ser vir çêbibe em ê jî diyar bikin ka em ê çi bikin.”

BANGA XWEDÎDERKETINA LI ÇALAKIYÊ

Parlamentera HDP’ê Enîse Guneylî ragihand ku ji bo şerê germ rû nede nobedê digirin û got: “Daxwaza me ev e ku herî kêm hêzên li vir bi cih bûne vekişin. Di heman demê de em ê destûr nedin bûyereke mîna li hember şehîdgeha Gimgimê rû bide.” Guneylî  banga xwedîderketina li çalakiyê li gel kir. 

...