Elewiyan li cihên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombekirin lêkolîn kirin
Rêxistin û pîrên Elewiyan, li herêmên ji aliyê artêşa Tirk ve hatin bombekirin, lêkolîn kirin. Heyetê diyar kir ku êrîş li hemberî qadê pîroz hatine kirin.

Piştî ku rêya bejahî ya navbera gundên Aslica û Otlûbahçe yên navçeya Pulurê ji aliye Walîtiya Dêrsimê ve hat girtin, balafirên şer û helîkopterên Kobra qadên bejahî bi saetan bomberdûman kirin û ji ber bombe û fuzeyên balafirên şer li herêmê şewateke mezin derketibû. Welatiyan xwestin şewatê vemirînin, lê belê hatibûn astengkirin. Li ser vê yekê gelê Pulurê ber bi qeymeqamiyê ve meşiya û li ber avahiya qeymeqamiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Gel tevî astengiyan jî çû herêmê û hewl da şewatê vemirîne.
HEYET JI ASTENGIYA POLÎSAN DERBAS BÛ
Rêveberên rêxistinên Elewiyan ên ji bo piştgirîdayînê li Cizîrê bûn, duh vegeriyan Dêrsimê û tevî pîrên li bajêr xwestin biçin herêma bomberdûmanê. Koma ku Parlamentera HDP'ê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn û Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî di nav de bû, bi wesayîtê berê xwe da Pulurê, lê li pêşiya navçeyê ji aliyê polîsên tevgera taybet ve hat sekinandin.
'DEWLET ÊRÎŞÎ PÎROZMENDIYÊN ME DIKE'
Heyeta ku polîsan demeke dirêj ew sekinand, ji biryara xwe venegeriya û berê xwe da qada Aslica û Otlûbahçe. Piştî lêkolînên li vê derê heyetê daxuyaniyek da û got, "Dewletê qadên me yên pîroz hedef girtiye. Armanca bingehîn a di vir de ev e. Li Gimgimê mala cem hat rûxandin, li vir jî xweza hat qetilkirin. Em hemû bûyerên diqewimin, nêrîna wan a li Elewiyan e." Heyetê destnîşan kir ku yê daristan şewitandiye û zarok qetil kiriye, dewlet e.