12. salvegera damezrandina PYD'ê li Stockholmê hat pîrozkirin
12. salvegera damezrandina PYD'ê li paytexta Swêd Stockholmê hat pîrozkirin.
12. salvegera damezrandina PYD'ê li paytexta Swêd Stockholmê hat pîrozkirin.
12. salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a paytexta Swêd Stockholmê hat pîrozkirin. Nûnerê PYD'ê yê li Swêdê Xelîl Rojava li pîrozbahiyê axivî û bûyer û qewimînên li çar parçeyên Kurdistanê nirxand. Xelîl Rojava da xuyakirin ku sîstema bi pêşengiya PYD'ê li Rojava hatiye avakirin, tevî gelê Kurd hêvî daye hemû gelên li Rojhilata Navîn.
Nûnerê PYD'ê bibîr xist, ku piştî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê, gelek rêxistinên Kurd û çep ên li Kurdistan û Tirkiyeyê derbasî Sûriye û Lubnanê bûne, piraniya ji van derketine welatên Ewropayê, lê PKK li Sûriyeyê maye û birêxistinkirina gel tercîh kiriye.
Rojava da zanîn ku PKK'ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava tovê reşandine û ev tovên şîn bûne, kantonên xweser afirandine. Rojava pêvajoya damezrandina PYD'ê ya dema piştî wê kurteber kir û got, "Li Sûriyeyê gelê Kurd di bin zexta rejîma Esad de bû. Piştî ku di 20'ê Îlona 2003'an de PYD ava bû, rejîmê zextên xwe yên li Rojava zêdetir kir. PYD'ê di vê demê de şehîdê xwe yê destpêkê Bavê Cûdî ji dest da. Kadroyên PYD'ê li zîndanan hatin ragirtin. Di sala 2004'an de li Qamişlo gel rabû ser piyan. Rejîmê herî zêde êrîşî rêveber û endamên PYD'ê kir. Lê belê tevî hemû êrîşan jî, bi rênîşandana Rêber Apo re rêxistinbûyîn û têkoşîna xwe dewam kir."
Rojava bibîr xist ku gelek îsyanên Kurd ên weke Şêx Seîd, Mahabad, Agirî yên piştî Yekemîn Şerê Cîhanê rû dan, ji ber ku herêmî man û li qadên din ên Kurdistanê destek nedîtin têk çûn û destnîşan kir, ku di roja îro de ev kêmasî ji holê hatiye rakirin û Tevgera Azadiyê ya Kurd li çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd seferber kiriye.
Rojava ragihand ku gelê Kurd li Rojava mewziyên girîng qezenç kiriye, kantonên ji temsîla wekhev a hemû gelan hatine avakirin û da zanîn ku polîtîkayên dijminanê yên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava, ti tiştî bi gelê Tirk û Tirkiyeyê nade qezençkirin.
Rojava got, "Heta ku Erdogan dijminatiya xwe ya li Kurdan û Rojava bidomîne wê Tirkiye gelek tiştan winda bike. Li Sûriyeyê şerê navxweyî didome. Erdogan dixwaze li Tirkiyeyê gelên Kurd û Tirk li hemberî hev rake û şerê navxweyî bide destpêkirin. Eger Erdogan vê siyaseta xwe bidomîne wê gora xwe bikole. Ti lîder, bi dijmantiya li Kurdan nikare bi ser bikeve. Berevajî, bi vî yekê re xwe diqedîne." Rojava da xuyakirin ku Erdogan li Rojhilata Navîn bi tenê maye û destnîşan kir ku mûxalefeta demokratîk a Sûriyeyê ku wextekê Erdogan destek dida wê, niha Erdogan bi xiyanetê sûcdar dike.
Xelîl Rojava di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê nîşanî tevahiya cîhanê daye sîstemeke wekhev û adîl pêkane û bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku hîn bêhtir xwedî li Rojava derkevin.