Artêşa Îranê hat paşdexistin

Artêşa Îranê 20’ê Îlonê saet 13.00’an hewl da bikeve herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya.

Artêşa Îranê 20’ê Îlonê saet 13.00’an hewl da bikeve herêma Xakurkê ya girêdayî Herêmên Parastinê yên Medya.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya daxuyaniyeke nivîskî weşand got: “20’ê Îlonê saet 13.00’an pastarên artêşa Îranê bi 7 wesayîtan hewl dane bikevin qada Hirçîne Jorê ya Şehîdan a girêdayî herêma Xakurkê. Li ser vê yekê hêzên me yên gerîla li qada Ziyaretê bi çekên û ferdî li pastarên Îranê dane, di encama vê de artêşa Îranê saet 17.00’an bê encam vekişiyaye.”