Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Siyahtaş hat veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Siyahtaş, bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Siyahtaş, bi merasîmekê hat veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Erhan Siyahtaş (Bawer Reşkotî) ê li navçeya Tetwanê di encama êrîşa cerdevanan de di 17'ê Îlonê de birîndar bû û di 18'ê Îlonê de jî jiyana xwe ji dest dane li gundê Nawala ya Qubînê duh bi şev hate definkirin. Piştî merasîma li "Şehîdgeha Xerzanê" cenaze ber bi Êlihê ve hate oxirkirin û li gundê Nawalayê hate definkirin. Parlamenterên HDP'ê û nûnerên saziyan jî di nav de gelek welatî beşdarî merasîmê bûn.
Piştî ku li goristana gund wecîbeyên olî hatin bicihanîn bi dirûşman ve hate definkirin. Di merasîmê de Serokê MEYA-DER'ê ya Êlihê Şukru Baytar axivî û got ku heta ku zilma li dijî kurdan bidome dê gel kêkoşîna xwe bidomîne.
Parlamentera HDP'ê Mizgîn Irgat jî wiha axivî: "Heval Bawer li axa tetwanê jiyana xwe ji dest da û tevli karwanê aştiyê bû. Gelê kurd dê tu caran Bawer û hevalên wî ji bîr nekin. Navê Bawer û yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan dê bi tîpên zêrîn li rûpelên dîroka Kurdistan û ya cihanê bê nivîsandin."
Parlamentera HDP'ê Saadet Becerîklî jî got ku di nava 3 salan de caneza nehatine û bi şerê ku hatiye destpêkirin ve ciwan dîsa jiyana xwe ji dest didin.
Bavê Siyahtaş, Mehmet Siyahtaş jî diyar kir ku ew naxwazin mirinên leşker û gerîlayan bibînin û tekane daxwaza wan aştî ye.