Gel ji bo sekinandina operasyona li Cûdî ket ser rê

Leşkerên li çiyayê Cûdî derketin operasyonê, rêya Colemêrg-Şirnexê girtin. Gelê Şirnexê jî ji bo sekinandina operasyonê ket ser rê. Parlamenterê HDP'ê Encu got, "Leşkeran pêşî li me girtin, ji bo sekinandina mirinan em ê bibin mertalên zindî."

Leşkerên li çiyayê Cûdî derketin operasyonê, rêya Colemêrg-Şirnexê girtin. Gelê Şirnexê jî ji bo sekinandina operasyonê ket ser rê. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Encu got, "Leşkeran pêşî li me girtin, ji bo sekinandina mirinan em ê bibin mertalên zindî."

Artêşa Tirk beriya cejnê li çiyayê Cûdî dest bi operasyonê kir. Artêşê leşker li herêmê civand û li ser rêya Şirnex-Colemêrgê, ji ber operasyonê nuqteya kontrolê danî.

Leşker, hatina navenda bajarê Şirnexê girt û bi dehan kes di rê de man.

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê hewl dide biçe cem gel got, "Ji bo amadekariya cejnê gel beriya cejnê diçe navenda bajêr. Ji ber vê yekê çûn û hatin zêde ye. Lê belê gel rastî pêkanînên kêfî û bêsedem tê."

Encu ragihand ku leşkeran li çiyayê Cûdî dest bi operasyona leşkerî kirine û got, "Bi gel re em dixwazin pêşî li vê operasyonê û mirinan bigirin. Bi vê armancê em dixwazin biçin çiyê. Lê belê destûrê nadin me. Em ê di eraziyê de bimeşin û xwe bigihînin herêma operasyonê. Weke mertalên zindî em ê destûrê nedin rûdana mirinan."