Kongreya PYD'ê di roja duyemîn de ye
Rûniştina roja duyemîn a Kongreya PYD'ê destpê kir. Di rûniştina îro de wê mijarên rêxistinî û guhertinên di mekanîzmaya rêxistinê de bên nirxandin.
Rûniştina roja duyemîn a Kongreya PYD'ê destpê kir. Di rûniştina îro de wê mijarên rêxistinî û guhertinên di mekanîzmaya rêxistinê de bên nirxandin.
6. Kongreya PYD'ê bi beşdariya 300 delegeyên ji sê kantonan, 300 mêvanên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê, di roja duyemîn de dewam dike.
Di roja yekemîn a kongreyê de li ser navê gelek partiyên Kurdistanî û rêxistinên cuda axaftin hatin kirin.
Roja duyemîn a kongreyê saet di 09.30 bi xwendina navê delegeyan û hilbijartina dîwana rêvebera kongreyê Rojîn Remo, Sebeh Osman, Ebdulselam Mustefa, Welat Omer, Nadicda Mele Reşîd destpê kir.
Wê di roja duyemîn a kongreyê de raporên rêxistinên PYD’ê yên sê katnonên Rojava û qadên din bêne xwendin, her wiha wê rêziknameya PYD’ê ya hundirîn bê xwendin û nîqaş li ser bê kirin.
Tê payîn ku îro Hevserokên PYD’ê û Desteya Rêveber a nû bên hilbijartin.