Jinên Tirkiyeyî û Cizîrî hatin gel hev

Jinên Tirkiyeyî û Cizîrî li Taxa Nûr hatin gel. Jinan li hember terora dewletê peyama piştevaniyê ku dan, behsa berxwedana gel jî hat kirin.

Jinên Tirkiyeyî û Cizîrî li Taxa Nûr hatin gel. Jinan li hember terora dewletê peyama piştevaniyê ku dan, behsa berxwedana gel jî hat kirin.

Li ser banga Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan (BÎKG), duh ji herêmên cuda yên Tirkiyeyê jinên hatin navçeya Cizîrê ya Şirnexê, piştî ku gorên kesên ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin ziyaretkirin, bi jinên li Taxa Nûrê re hatin gel hev. Jinên li hewşa maleke li taxê kom bûn, têkildarî terora dewletê û berxwedanê axivîn.

YILDIRIM: PIŞTEVANIYA JINAN PÊWÎST E

Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim di axaftina xwe de got: “Aştî ji bo vî welatî, tenê di dilê jinên ku ji her çar aliyê welêt tên ve dikare pêk bê.” Yildirim diyar kir ku ji bo aştiyê hêviya wan tenê piştevaniya jinan e û wiha berdewam kir: “Zîhniyeta zilamê serwer her tim êrîşan li hember me pêk tîne. Em dikarin li hember vê zîhniyeta bi tank û topan êrîş dike, bi piştevaniya jinan bisekinin, xwerêveberî ne tenê ji bo Kurdistanê ji bo tevahî Tirkiyeyê pêwîstiyeke, em dikarin bidin fêmkirin. Tenê wiHa welat dikare demokratîk bibe û bibe rêveberiyek xwe dispêre gel.” 

USTUNDAG: EM JI BO BERXWEDANÊ JI ROJAVA RE RAGIHINÎN HATIN!

Civaknas Nazan Ustundag jî got: “Em hatin ku dengên tilîliyan zêdetir bikin. Em ji bo ‘dorpêçên hatine danîn nas nekin’ hatine. Em hatine ku berxwedana li vir ragihînin rojava, berxwedanê bikin zimanên wan jî.”

YUKSEL: POLÎS NIKARÎBÛN BIKEVIN TAXAN

Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel jî destnîşan kir ku polîsên tevgera taybet bi tank û topan êrîş kirin, lê di encama berxwedanê de neçar man ku vekişin. Yuksel wiha domand: “Piştevaniya jinan û tilîliyên wan nehiştin ku tîmên taybet bikevin taxan. Gelên hatine pelçiqandin dixwazin bi zimanê xwe û bi çanda xwe, xwe bi rê ve bibin.”