Keşfa li qadên gerîla didome

Artêşa Tirk li Xakurkê, Xinêre, Garê û bejahiya navçeya Çewlik Xolxolê, bi pêgerên hewayî yên bêmirov keşif kir. Ji qereqolan jî bi obus, hawan û tankan, qadên gerîla hatin bombekirin.

Artêşa Tirk, bi pêgerên hewayî yên bêmirov re li qadên gerîla keşif kir. Balafirên keşfê li ser Xakurkê, Xinêre, Garê û bejahiya navçeya Çewlik Xolxolê geriyan. Di heman demê de ji qereqolan jî bi obus, hawan û tankan, qadên gerîla hatin bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Roja 20'ê Îlonê saet di navbera 18:00-21:00 de li herêma Qendîlê, saet di navbera 08:30-19:00 de li herêmên Xakurkê û Xinêre, saet di navbera 07:00-17:30 de li xeta Avaşînê, saet di navbera 20:00-21:30 de li herêma Garê û saet di navbera 09:00-15:00 de li herêma Zapê pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê geriyan.

Roja 20'ê Îlonê saet di navbera 20:00-22:00 de li ser bejahiya navçeya Çewlik Xolxolê balafira keşfê geriya.

BOMBERDÛMANA BI OBUS, HAWAN Û TANKAN

Roja 20'ê Îlonê saet di navbera 09:00-14:00 de ji girseyên qereqola Oremarê ya navçeya Colemêrg Geverê derdor û qada Şehîd Gafûr a li herêma Avaşînê, saet di 13:00 de ji qereqola Mamreşê qada Mergê bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin. Saet di 12:40 de jî balafirên şer qada Şehîd Gafûr, saet di navbera 12:30-13:00 de qada Mergê ya herêma Çarçela bomberdûman kirin.

Roja 20'ê Îlonê saet di navbera 10:40-11:40 de ji qereqola Erîş a li herêma Zapê, girê Xeregol bi obus û hawanan hat bombekirin."