Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -5
Bi berxwedana Serzorî re peyama "Hatina Kobanê dibe, lê derketin jê nabe. Heta mirovekî bi tenê lê sax bimîne, wê Kobanê nekeve" ji çeteyan re hatibû dayîn. Berxwedana Serzorî hesabên çeteyan xera kiribû.
Bi berxwedana Serzorî re peyama "Hatina Kobanê dibe, lê derketin jê nabe. Heta mirovekî bi tenê lê sax bimîne, wê Kobanê nekeve" ji çeteyan re hatibû dayîn. Berxwedana Serzorî hesabên çeteyan xera kiribû.
Bi berxwedana Serzorî re peyama "Hatina Kobanê dibe, lê derketin jê nabe. Heta mirovekî bi tenê lê sax bimîne, wê Kobanê nekeve" ji çeteyan re hatibû dayîn. Berxwedana Serzorî roleke diyarker lîstibû. Hesabên çeteyan ên soza "Di hefteyekê de wê Kobanê bikeve" dabûn dewleta Tirk, xera kiribû. Êdî şer xwe gihandibû gundên nêzî bajarê Kobanê. Hefteyeke ku dewleta Tirk û DAIŞ'ê ji bo ketina Kobanê diyar kiribû, zûdeyî bihurîbû. Serdestiya teknîka xurt a çekan û hejmara zêde ya çeteyan, li pêşberî berxwedana bi heybet a YPG/YPJ'ê, ji destpêkê ve winda kiribû.
SERDEMA LEHENGIYÊ!
Li Kobanê êdî "serdema lehengiyê" dihat jiyîn. Her tişt berevajî ruhê demê diqewimî; di demeke ku ezezî û ferdperestî weke nirxê serdest hatibû diyarkirin de, her şervanekî/şervaneke YPG/YPJ'ê bi ruhê fedakariya hevrêtiyê, bi ser çeteyan de diçûn û bi canfedaî şehîd diketin.
Çeteyên DAIŞ'ê ku heta wê rojê, hemû artêşan serî li ber wan ditewandin û tirsa wan beriya wan diçû cihê biçin, li Kobanê li pêşberî çend şervanên YPG/YPJ'ê yên bi tenê bi keleşê, çongê wan dilerizîn.
ÇALAKIYA DESTPÊKÊ YA FEDAÎ
Şer êdî gihaştibû nêzî bajarê Kobanê. Şervanên YPG/YPJ'ê derfet dîtin ku xetên xwe yên parastinê bişidînin û li her qadê derb li çeteyan dixistin. Lê belê çete her ber bi bajêr ve dihatin. Piştî Berxwedana Serzorî çalakiya destpêkê ya fedaî li Kobanêpêk dihat. Li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li eniya rojava bi pêş ve diçûn, şervanê YPG'ê Baran li nêzî gundê Dole heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û dûre bi bombeyan bi ser çeteyan de çû, bid ehan çete îmha kir û bi vî rengî weke şervanê çalakiya destpêkê ya fedaî li Kobanê pêk aniye, cihê xwe di nava rûpelên lehengiyê yên destana berxwedanê de girt.
'HETA KU DI SER CENAZEYÊ MIN RE DERBAS NEBE WÊ DAIŞ NIKARIBE KOBANÊ BIBÎNE'
Êdî rojên dawî yên Îlonê bû. DAIŞ û dewleta Tirk ên ku hesabê wan ê "wê di nava hefteyekê de bikeve" têk çû, di nava panîkê de bûn. DAIŞ'ê hemû hêza xwe li Kobanê dicivand. Êdî çi di dest de hebû; çek, çete, hovîtiya bêsînor û her şêwe rêbazên qirêj bi kar dianî û êrîş dikir. Di van rojan de, çeteyan li aliyê rojava, xwe gihandibûn nuqteyeke ku navenda bajarê Kobanê jê dihat xuyakirin. Ew der jî Girê Dole bû. Li Girê Dole, fermandarên YPG'ê Mahmût Berxwedan, Êrîş Kobanê û Fermandara YPJ'ê Zozan li tevgera çeteyan temaşe dikirin. Di vê kêliyê de fermandar Êrîş ji fermandar Berxwedan re got, "Heval binêrin, ji vê derê Kobanê tê dîtin. Eger çete xwe bigihînin vê derê wê karibin Kobanê bibînin. Ji vê nuqteyê û pê ve ez gavekê jî bi paş ve navêjim. Heta ku ez bijîm, wê çavê DAIŞ'ê bi Kobanê nekeve. Kengî tank di ser cenazeyê min re derbas bûn, hingî wê Kobanê bibînin." Fermandara YPJ'ê Zozan jî destnîşan kir ku ew ê xwe venekişînin, heta çete di ser cenazeyên wan re derbas nebin, wê nikaribin ji vir derbas bibin. Tevî hemû israrên li dijî vê nêrînê jî, Êrîş û Zozan li Girê Dole man.
Êrîş û Zozan ji şervanên xwe soz girtin ku wê heta dawiyê Kobanê biparêzin. Çete nêz dibûn, bi tankan êrîşî gir dikirin. Li hemberî berxwedana Êrîş û Zozan, çeteyên DAIŞ'ê yên nikarîbûn xwe bigihînin Girê Dole, bi çekên giran li gir xistin. Êrîş û Zozan bi lehengî şehîd ketin û soza dan bi cih anîn; Heta ku ew jiyan, çavên barbarên DAIŞ'ê Kobanê nedîtin.
REVANA YA YPJ'YÎ XELEKEKE DIN LI ZINCÎRA FEDAÎTIYÊ ZÊDE KIR
Li hemû eniyan, her roj di her kêliyê de çîrokeke nû ya lehengiyê, destana berxwedanê dihat jiyîn. Li Kobanê şerekî li gorî nîzama normal tinebû. Li dijî her şêwe rê û rêbazên qirêj û hovane, di asteke bêhempa de nirxên mirovahiyê bi fedaîtiyê dihatin parastin. Di ti serdema dîrokê de nehatiye dîtin ku hêzeke leşkerî ji bo welatê xwe bi temamî bûye fedaî. Beriya Kobanê nehatiye dîtin!
Rojek piştî şehîd Êrîş û Zozan, li eniya başûr a şer lê giran bû, vê carê şervana YPJ'ê Revana bi şehengî şehîd ket. Eniya başûr yek ji eniyên şer lê gelekî giran bû ku DAIŞ'ê di ser rêya Helebê re bi hêz û çekên zêde êrîş dikir. Çeteyan êdî xwe gihandibûn loqentaya Seyranê. Ji vir û pê ve êdî navenda bajarê Kobanê destpê dikir. Berêvara rojên dawî yên Îlonê bû. Revana dibihîze ku çeteyan Miştenûr jî dorpêç kirine. Ji ber ku çete ji her eniyê ve xwe gelekî nêzî bajêr kirine, gelekî bi hêrs dibe. Ji hevalên xwe re dibêje "Êdî bes e, ez nema xwe vedikişînim". Li loqenteya Seyranê disekine. Dema çete xwe digihînin vê derê, Revana li erdê dirêjkirî ye. Çete dibêjin qey miriye. Bi dehan çete li ser serê wê dicivin. Di vê kêliyê de bombeyên li ser xwe diteqîne û vê nuqteyê ji çeteyan re dike cehenem!
BI NÊZBÛNA ÇETEYAN RE HÊRS MEZIN DIBE
Di şer de hefteya duyemîn qediya bû. Çete li aliyê rojhilat xwe gihandibûn heta gundê Hellînce, xwe nêzî Miştenûrê kiribûn. Li başûr gihaştibûn loqentaya Seyranê, li rojava xwe gihandibûn gundê Zorava yê beriya Girê Îzae. Heta wê rojê çeteyên DAIŞ'ê xwe nêzî kîjan bajarî dikirin, mirov û hêzên li wî bajarî direviyan. Lê li Kobanê rewşeke berevajî hebû. Çeteyên DAIŞ'ê çiqasî nêzî bajêr dibûn, hêrsa şervanên YPG/YPJ'ê hîn zêdetir û mezintir dibû û yek bi yek dibûn fedaî. Mesaj ji DAIŞ'ê re hatibû dayîn; Ji bo bihosteke Kobanê jî wê tofan bihata rakirin! DAIŞ wê li pêşberî xwe YPG/YPJ'yiyên fedaî yên bi hêrs û cesareteke mezin bidîta.
AMADEKARIYA JI BO ŞERÊ NAVA BAJÊR DESTPÊ DIKE
Rojên destpêkê yên Cotmehê bûn. Êdî hîn bêhtir xuya dibû ku wê şerê li nava bajêr biqewime. Fermandar Diyar Bagok di van rojan de di nava amadekariyeke gelekî mezin de diçû her derê û dihat. Digot, "Em ê li dora bajêr xendekên mezin bikolin. Di destê me de îmkana teknîkî nîne, lê eger pêwîstî pê hebe em ê bi destan bikolin. Em ê van xendekan ji DAIŞ'ê re bikin cehenem." Li rojhliat û rojavayê bajêr xendek tên kolandin û bi hezaran sivîlên nedixwestin bajêr biterikînin, li herêmeke hîn bêhtir ewle dihatin komkirin.
Şerê li derdora bajêr kêlî bi kêlî dijwar dibû. Girê Miştenûrê bi çekên giran û tankan dihat bombekirin. Li Miştenûrê parastineke destanî dihat kirin. Bi heman rengî li gundê Hellînce jî şerekî dijwar diqewimî. Li aliyê başûr derdora Loqentaya Seyranê, li rojava jî li derdora gund û girê Zorava, şer giran bû.
'EM Ê BI EŞQA DERWÊŞ Û EDÛLÊ BIPARÊZIN'
Li cih û warê Derwêşê Evdî li Kobanê, ruhê wî yê berxwedanê di her kêliyê de dihat jiyîn. Fermandarê Eniya Rojava Hakî Kobanê di wan rojan de digot, "Em ê Kobanê bi eşqa Derwêş û Edûlê biparêzin. Li her bihosta xaka wê, wê destanên lehengiyê werin nivîsandin." Bi vê yekê re nîşan dida ku mîna li derveyî bajêr wê di nava bajêr de jî berxwedaneke mezin were nîşandan.
SIBE: Şervanên ku lûleya tivingê dihelandin