"Herêmên Ewlekariya Taybet" bandorek neyînî li Koçerên li Wanê dikin
Bi polîtîkaya "Herêma Ewlekariya Taybet" a ji aliyê hikûmeta demî ya AKP'ê ve hat meşandin, li Wanê jî gelek herêm hatin qedexekirin. Ev qedexe herî zêde malbatên Koçer mexdûr dike.
OKTAY CANDEMÎR
WAN
duşem, 21 rezberê 2015, 07:02
Bi polîtîkaya "Herêma Ewlekariya Taybet" a ji aliyê hikûmeta demî ya AKP'ê ve hat meşandin, li Wanê jî gelek herêm hatin qedexekirin. Ev qedexe herî zêde malbatên Koçer mexdûr dike.
Ji aliyê Walîtiya Wanê ve, ji 29'ê Tebaxê û pê ve gelek herêmên li Wanê weke "Herêma Ewlekariya taybet" hat îlankirin. Vê biryarê bi taybetî bandoreke neyînî li Koçerên li vê herêmê dijîn, kir. Malbatên Koçer ên di mehên havînê de ji bajarên weke Sêrt û Bedlîsê koçî Wanê dikin, li vê herêmê bi deh hezaran heywanên xwe xwedî dikin.
Koçerên ku li dijî çanda jiyanê ya modernîteya kapîtalîst bi sedan salane kevneşopiyeke Kurdan didin jiyîn, pirsgirêkên lê rast tên, ji ANF'ê re vegotin.
'EGER EM JI ZOZANAN DERKEVIN, WÊ HEYWANÊN ME TELEF BIBIN'
Ji pêşengên malbatên Koçer ên ji Sêrtê hatine Wanê Mehmet Tîmûrtaş got, "Bi taybetî pêkanîna herêma ewlekariya taybet me dixe nava tirs û fikaran. Herêma ewlekariya taybet bi awayekî fermî nû hat ragihandin, lê ji xwe berê jî hebû. Dema li vê herêmê mayînek biteqe, tiştekî biçûk rû bide, yekser me berpirsyar dibînin. Mînak; çend roj berê li ser girên li derdorê ji bo Ocalan dirûşmeyek hatiye nivîsandin, yekser hatin vê derê û em berpirsyar dîtin. Em li van deran, bi sedan malbat bi deh hezaran heywanan xwedî dikin û debara xwe bi vî rengî dikin. Bi îlankirina herêma qedexe re dixwazin me ji vir derxînin. Eger ewqas malbat, di nava havînê de van heywanan bibe gundên av lê nîne û gelekî germe, wê hemû heywan nexweş bikevin û telef bibin. Weke malbatên li vê derê em ê hemû bi hev re tevbigerin û li vir bimînin."
Piştî Tîrmûrtaş, malbatên din ên Koçer jî nêrînên xwe anîn ziman û destnîşan kir ku tevî zext û zordariyê jî ew nafikirin herêmê biterikînin.