Asya Ebdullah: Berxwedana gelê me gavên avakirina pêşeroja Rojhilata Navîn e

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah di axaftina xwe ya li kongreya PYD'ê de got, "Berxwedana mezin a gelê me, gavên avakirina pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e."

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah a li kongreya PYD'ê axivî destnîşan kir, ku kongre berhema berxwedana dîrokî  ya hemû gelên li Rojava ye. Ebdullah got, "Ev berxwedana mezin a gelê me, gavên avakirina pêşeroja çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn e."

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah axaftina vekirinê ya 6. kongreya PYD'ê ku li bajarokê Rimêlanê tê lidarxistin kir. Ebdullah bi xêrhatina nûner, mêvanan û hem beşdarên kongreyê kir û ev tişt anî ziman: "Em bejna xwe li ber hemû berxwedêrên azadiyê yên ji bo mafê gelê Rojava û pêkanîna jiyana azad û hevbeş canê xwe dan ditewînin. Kongreya me ya îro bi saya tekoşîna wan û fedekariya gelê me û hemû pêkhateyên Rojava tê lidarxistin."

Ebdullah di dewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Berxwedana gelê me ya di asta herî jor de dimeşe wê pêşeroja gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê û hemû Rojhilata Navîn destnîşan bike."

Ebdullah bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û wiha dom kir: "Li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke bi rûmet dimeşe, gelê me û di şexsê Cizîra Botan de berxwedaneke di asta herî jor de li dijî desthiladariyê pêk tîne."

Ebdullah her wiha têkoşîna jinan a di şoreşa Rojava de bibî xist û wiha got: "Şoreşa Rojava şoreşa jinan gihand asta herî jor û bi berxwedana hêzên YPJ’ê û Tevgera Jinên Azad ên pêşengtiya şoreşa Rojava kirin, ji nû ve dîrok nivîsand. Îro li Kurdistanê û bi pêşengtiya jinan dîrok careke din xwe ji nû ve rêz dike û li dijî desthiladariya zilam jin dîroka azadiya xwe dinivîsin, her wiha dîroka azadiya gelan dinivîsin, berxwedana jinan bû mînak di nava hemû cîhanê de. Em di wê baweriyê de ne berxwedana tê kirin wê bigihêje asta herî jor."

Ebdullah, berxwedana hemû hêzên Kurdistanê silav kir û wiha pê de çû: "Em berxwedana hemû hêzan û gelê xwe yên piştgiriya şoreşa Rojava dikin, silav dikin. Şoreşa Rojava bi armanca avakirina Sûriyeyeke demokratîk û jiyana azad ya li dijî hemû êrîşan pêk hatiye. Em hemû saziyên pîrozkirina kongreya PYD'ê pîroz kir silav dikin."

Ebdullah di dawiya axaftina xwe de got: "Em bi hêvî ne kongeya me û bi beşdarbûna hemû şandeyan bibe hêza berxwedana gel a avakirina Sûriyeya Demokratîk ku mafê hemû pêkhateyan biparêze."

Piştî axaftina Asya Ebdullah bi dawî bû Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bi zimanên Kurdî, Erebî û Îngilîzî bi xêr hatine hemû beşdarên kongreyê kir û dest bi xwendina rapora siyasî bi zimanê Kurdî kir.