KNK di 25-27'ê Îlonê de Civata Giştî pêk tîne
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di 25-26-27'ê Îlonê de kombûna xwe ya salane ya Civata Giştî, li Brukselê pêk tîne.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, di 25-26-27'ê Îlonê de kombûna xwe ya salane ya Civata Giştî, li Brukselê pêk tîne.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), di 25-26-27'ê Îlonê de kombûna xwe ya salane ya Civata Giştî, li paytexta Belçîka Brukselê pêk tîne.
Konseya Rêveber a KNK'ê der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku ji bo vê kombûna 3 rojan, ji seranserê Kurdistanê û meydanên dîasporayê, endamên KNK'ê û gelek kesayetên polîtîk û ronakbîrî, her wiha berpirsiyarên partî û rêxistinên polîtîk hatine vexwendin.
Hat ragihandin ku wê rûniştina destpêkê ya kombûnê roja 25'ê Îlona 2015'an saet di 13:00 de destpê bike û li ser mijarên, "Rewşa Kurd û Kurdistanê, Pêşketinên Siyasî yên Rojhilata Navîn û Cîhanê, Polîtîka û Yekîtiya Neteweyî" analîz werin kirin.
Konseya Rêveber diyar kir ku di rojên duyemîn û sêyemîn de jî wê li ser rojeva navxweyî ya KNK'ê rûniştin bê kirin û organên KNK'ê yên Hevserokatî, Konseya Rêveber û Dîwana Mezin ji nû ve bên hilgirtin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "KNK di van rojên germ ên Kurdistanê de giringîyeke mezin dide vê kombûna sê rojan a li Brukselê. Mêvan û endamên KNK'ê li ser pirsa bi giştî ya neteweyî û rêyên çareseriyê wê dîtin û bîr û baweriyên xwe bêjin û di gel hev parve bikin. Kurd û Kurdistanî wê ji encama vê kombûnê bêne agahdarkirin."
Di daxuyaniyê de ji bo saziyên çapemeniyê yên dixwazin Civata Giştî bişopînin hat gotin, ku divê serî li navenda giştî ya KNK'ê bidin.