Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya Demokratîk - Çavdêrî

Bi hêsanî mirov dikare bibêje, kongreya PYD'ê ya li bajarê Rimêlanê serketina têkoşîna manûnemanê pesend kir. Hêzên Parastinê yên li dora kongreyê tedbîr girtibûn jî bi sekna xwe, bi awirên xwe yên bazî ev yek nîşan didan.

Ji Rojavaya Azad ber bi Sûriyeya Demokratîk.. Bi vê sloganê Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD Kongreya  xwe ya 6'an li bajarê Rimêlan ê girêdayî Kantona Cizîrê li dar xist. Beriya ev kongre pêk were bi 2 rojan li Başûrê Kurdistanê bûyereke giring rû da. Li devera Mesyîf di navbera rayerdarên PYD, TEV-DEM, Amerîka û Herêma Başûrê Kurdistanê de civînek pêk hat. Bêguman beriya niha jî bi tevlîbûna PYD û hin hêzên Rojava yên nêzî PDK'ê civîn hatine lidarxistin. Lê ya vê carê cûda bû, sedemê wê jî ew e ku ev civîn li ser daxwaza Amerîkayê pêk hat. Li aliyekî Hevserokê PYD Salih Muslim, berpirsê Tevgera Civaka Demokratîk Dr. Mihemed Reşo û rêveberê PYD yê Ewropayê Abdulselam Mustafa, li aliyê din Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, Berpirsê Dîwana Serokatiya Herêmê Fûad Hisên û Serokê Desteya Îstîxbaratî ya herêma Başûr Mesrûr Barzanî li kêleka wan jî Rêveber û Generalên paye-bilind yên Amerîkayê amade bûn. Ya rastî berferehî û naveroka wê civînê çi bû, em baş nizanin, lê em xwedî wê şensî bûn ku dema berê me ji bajarê Silêmaniyê ket ber bi Rojavayê Kurdistanê ve li devera Herîr em rastî şandeya PYD ya beşdarî civînê bibû hatin. Cara yekemîn e ku Hevserokê PYD Salih Muslim bi karwanê wesayîtên girêdayî Serokatiya Herêma Kurdistanê û ew çend bi tevlîbûna hêzên ewlekariyê diçe serdana Rojava. Aşkera ye ku ev helwest yek ji encamên civîna Mesyîf e. Dema em gihiştin şandê Rêzdar Muslim ji me re got hûn jî dikarin bi me re derbasî Rojava bibin. Em herdû Rojnamevan li wesayîta taybet a hêzên girêdayî Serokatiya herêmê siwar bûn û me berê xwe da Deriyê Sînor ê Sêmalka. Nêzî 4 saetan rêya me hebû. Di rê de me fêm kir ku di civînê de hêzên sereke yên wê li dijî DAIŞ'ê têbikoşin hatine destnîşankirin. Êdî bi vê civînê derket holê ku PYD bûye hêza sereke ya Rojavayê Kurdistanê ku yekser ji aliyê hêzên navneteweyî ve weke muxateb were dîtin. Ji xwe di rojên pêş de wê encamên berbiçav ên vê civînê li qada pratîkî derkevin holê. 

Em vegerin mijara xwe ya sereke ango Kongreya 6'an ya PYD. Ji bilî 300 delegeyên ji her sê Kantonên Rojava û gelek welatên Ewropayê hatibûn hejmareke zêde ya mêvan û çavdêr jî amade bûn. Her wiha bi dehan dezgehên ragihandinê jî ev kongre weke mijareke sereke şopandin. Pêşî em behsa çavdêriyên xwe yên destpêkê bikin. Hatina şandeyan a kongreyê balkêş bû. Li ser navê Yekîtî Niştimanî Kurdistan-YNK Mele Bextiyar li gel hejmareke pêşmerge bi cil û bergên Kurdî her wiha bi rûkenî hatin cihê Kongre lê pêk hat. Paşê li ser navê PDK Kemal Kerkûkî û şandeya pê re hat. Şandeyê dîmenekî seyr nîşanî dewrûberê dan. Dîmenên em ê behsa wan bikim bûn sedema nerehetiyê. Bi dehan hêzên ewlekariyê yên girêdayî PDK ku tevahiya wan cil û bergên artêşa Amerîkayî li xwe kiribûn û hin ji wan jî maskeyên reş li xwe kiribûn ji wesayîtên xwe daketin (ev kesên rûpoşî pêrepêre yekî li pey ê din bi dijwarbûna germê re maskeyên xwe danîn xwarê rûyên xwe aşkera kirin), her wiha ji doçka bigire heta çekên ferdî, mirov digot qey ev şande hatiye deverek di bin kontrola hêzên dijmin de. Hin ciwanên girêdayî hêzên parastina Rojava di ber xwe de aciziya xwe ya ji ber vê anîn ziman, lê ji bo peydakirina ahengeke xweş ev yek ji nedîtî ve hat. 

Bi hatina hemû şande û mêvanan em jî ji bo demeke kurt derbasî salona Kongre bûn. Li salonê dîmenekî xweş hebû, gelek hêzên Kurdistanî ku demeke dirêj ji ber sedemên siyasî nakokî di navbera wan de hebû, li kêleka hev  bûn. Mîna ku Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD Selma Irmak jî got, ji Kongreya partiyeke siyasî wêdetir, weke Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû. Li salona kongrê wêneyên pakrawanên şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatibûn daliqandin, pankartên li ser wan sloganên berxwedanê nivîsandî û silavê li ciwanên kurd dike hebûn. Piştî Sirûda Neteweyî Ey Reqîp herdu hevserokên PYD Asya Abdella û Salih Muslum xêrhatina mêvanan kirin û der barê rewşa rojava û Sûrî tê de nirxandinên berfereh kirin, paşê li gorî li protokola hatibû destnîşankirin nûnerên hêzên siyasî peyamên xwe dan. 

Li ser navê Serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û Mekteba Siyasî ya PDK Kemal Kerkûkî axivî. Di kongreya partiyeke Kurd de ji ber çi Kerkûkî bi Erebî axivî ev yek bû mijara nîqaşan. Li gorî hin derdoran Kerkûkî bi vê axaftina xwe di serî de Êla Şemer xwest peyamekê bide Erebên destekê didin PYD ku vaye em jî li we xwedî derdikevin. Wekî din Kerkûkî peyamên ji bo pêşxitina yekrêziya hêzên Kurdistanî da. 

Rêveberê Desteya Siyasî ya YNK Mele Bextiyar jî dema derket ser dikê destpêkê ji ber ku bi Erebî axivî rexne li Kemal Kerkûkî girt û got, li hemberî siyasetên Erebkirinê ez ê bi Soranî biaxivim. Mele Bextiyar beşekî mezin ji axaftina xwe ji bo lehnegiya şervanên YPG ya li hemberî DAIŞ û rola PYD di serketina Şoreşa Rojava de veqetand. Mele Bextiyar ji bo piştrastkirina axaftinên xwe jî yekser berê xwe da bajarê Amûdê û çû serdana avahiya rêveberiya xweser. 

Encûmena Niştimanî a Kurd li Sûrî weke meclis ji bo Kongreya PYD nehatibû vexwendin, me sedema vê yekê ji komîteya amadekar pirsî bersiva wan jî wiha bû: ENKS heta roja me ya îro ti destketiyeke rojava nas nekiriye, her tim partiya me (PYD) weke sedemê aloziyan nîşan dide.

Bi hêsanî mirov dikare bibêje, kongreya PYD'ê ya li bajarê Rimêlanê serketina têkoşîna manûnemanê pesend kir. Hêzên Parastinê yên li dora kongreyê tedbîr girtibûn jî bi sekna xwe, bi awirên xwe yên bazî ev yek nîşan didan. Guftugoyên germ ên di dema bêhndanê de bi germa li bajêr re dibûn yek û ev jî nîşaneya siyaseta geş a li Kurdistanê bû.