Li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan greva birçîbûnê destpê dike

Li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê destpê dike. Di daxuyaniya li ser çalakiyê de hat destnîşankirin, ku divê Ocalan bi temamî azad be û karibe siyasetê bike.

Endamên Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî û nûnerên saziyên li Ewropayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di navbera 28'ê Îlonê-2'ê Cotmehê de 5 rojan ji bo hişyarkirinê dikevin greva birçîbûnê.

Çalakgerên Greva Birçîbûnê wê di 28'ê Îlonê saet di 11:00 de li ber Konseya Ewropayê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Li ser navê çalakgeran bi serenavê "Banga li mirovahiyê" daxuyaniyek hat weşandin û der barê armanca çalakiyê de agahî hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn, di navbera alîgirên aştî-demokrasiyê û alîgirên dîktatorî-şer têkoşînek tê meşandin û hat gotin, "Îro li Rojhilata Navîn, di navbera hêzên herêm kirine cehenem û hêzên dixwazin herêmê bike erdnîgariyek mirovahî bi awayekî azad lê bijîn, şerekî mezin diqewime. Vî şerî di heman demê de du blokên netewe û eniya demokrasiyê ava kiriye."

'DIVÊ OCALAN Ê JI BO AŞTIYÊ TÊDIKOŞ E, AZAD BE'

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku Kurd li eniya azadî û demokrasiyê cih digirin û li dijî zîhniyet û hemû rejîmên zordar, şerxwaz, dîktator û teokratîk têdikoşin û hat gotin, "Em gelekî baş dizanin, ku ji bo lihevkirina bi dewleta Tirk re û meşandina têkoşînê li qada siyaseta demokratîk Serok Abdullah Ocalan ji salên 1990'î û vir ve di nava hewldanên gelekî mezin de ye. Serok Abdullah Ocalan ê 17 sal in li Girava Îmraliyê di hucreyekê de ji bo aştiyê têdikoşe, di asta heyî de divê azad bibe. Garantiya çareserî, jiyana bi hev r ya Tirkiye û gelê Kurd, jiyana aştiyane û bi hev re ya gelên Ereb, Fars û Kurd li Rojhilata Navîn, azadiya Serok Abdullah Ocalan e. Eger Serok Abdullah Ocalan azad be, hingî wê Kurd û dewletên Tirk-Fars û Ereb karibin bi hev re bijîn. Kurd ji vê bawer dikin û ji ber vê yekê ev 17 sal in ji bo azadiya Serok Abdullah Ocalan têdkoş in."

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Em, têkoşîna bi rûmet a gelê Kurd hem destek dikin, hem vê têkoşînê weke têkoşîna xwe dibînin" û ev xal hat destnîşankirin:

"Me bi hin çalakiyên xwe yên demokratîk ên beriya niha bi salan re, daxwaza xwe ya ji bo azadiya Serok Abdullah Ocalan ji Konseya Ewropayê, ji Parlamenta Ewroapyê û CPT re ragihandibûn. Weke çalakgerên meşa Cenevre-Strasboûrgê û greva birçîbûnê ya 52 rojan, daxwaza me ya ji bo azadiya Serok Abdullah Ocalan ji aliyê van saziyan ve maqûl û watedar hatibû dîtin û li ser vê yekê me navber dabûn çalakiya xwe. Lê belê, ji ber ku saziyên pêwendîdar ên Ewropayê di vê mijarê de neketin nava hewldanên pêwîst, bi têrkerî wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih neanîn, ji bo em heman daxwazên xwe careke din bixin rojevê û sozên wan dane careke din bînin bîra wan, em di navbera 28'ê Îlonê û 2'ê Cotmeha 2015'an de ji bo 5 rojan dikevin greva birçîbûnê."

'DI ÇALAKIYÊ DE LI CEM ME BIN'

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê wê di çarçoveya kampanya "Ji Ocalan re Azadî" de bi armanca hişyarkirinê bê lidarxistin. Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Ji îro û pê ve, em bang li tevahiya gelê Kurd û dostên me yên li Ewropayê, hevalbendên xwe yên Tirkiyeyî û bloka demokrasî û azadiyê yên bi me re li djî faşîzmê têdikoş in dikin, ku di çalakiya 'Ji Serok Abdullah Ocalan re Azadî' de li cem me bin.

Heta Ocalan azad nebe, gelên li Kurdistan, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn azad nabin, jiyaneke bi hev re ya jin, ciwan, bawerî û gelan pêk nayê û têkoşîna azadî û demokrasiyê nagihêje armanca xwe."

BANGA LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku di têkoşîna li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê de, artêşa YPG/YPJ a bi îdeolojî û felsefeya Ocalan tevdigere pêşengiyê ji têkoşînê re dike û ev bang li saziyên navneteweyî hat kirin:

"Azadiya Serok Abdullah Ocalan di têkoşîna li dijî faşîzm, li dijî DAIŞ, dîktatorî û emperyalîzmê de tê wateya bidestxistina mezintirîn mewziya têkoşînê û di heman demê de ji bo gelê Kurd tê wateya avakirina jiyaneke azad. Ji bo gelê Kurd, azadiya Serok Abdullah Ocalan nebe nabe. Lewma, ne tenê rakirina tecrîdê em dixwazin Serok Abdullah Ocalan bi temamî azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de siyasetê bike. Em vê daxwaza xwe ji vê derê, careke din bi dengekî bilind bilêv dikin û di serî de hikûmeta Fransa, welatên Ewropayê, Konseya Ewropayê, Parlametna Ewropayê û CPT em bang li hemû saziyên navendî dikin ku ji bo qebûlkirina vê daxwaza jiyanî û mafdar a gelê Kurd bikevin nava hewldanên pêwîst."