Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, der barê delîlên nû yên li ser plansaziya Komkujiya Roboskî de daxuyaniyek da û got, "Roj bi roj em bêhtir fêm dikin ku Komkujiya Roboskî komkujiyeke plankirî ye. Di nava rêza ferman-fermandaran de ji amîrên herêmî heta Serokwezaretiyê her kesên di vê komkujiyê de berpirsyar in, bi aşkerabûna rastiyan re wê bi demê re di wijdanê civakê de bên cezakirin."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, li ser delîlên nû yên li ser bombekirin û qetilkirina 34 sivîlan li gundê Roboskî di 28'ê Kanûna 2011'an de ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve, daxuyaniyek da. Encu da xuyakirin ku ji komkujiyê û vir ve, tevî zexta raya giştî û rewşa qanûnî jî, bûyer nehat ronîkirin.
Encu anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê ya hingî, hem bi berpirsyariya xwe ya di nava rêza ferman-fermandaran de, hem jî bi helwesta xwe ya heta roja îro re nîşan daye ku berpirsyarê sereke ew e. Encu got, "Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan bi dilxweşî spasiyên xwe pêşkêşî rayedarên leşkerî yên 34 sivîl qetilk kirin kir, hemû pêvajoyên qanûnî sabote kir, ser vê nixumand, manîpule kir û bi vê helwesta xwe ya xitimandina pêvajoyê re îspat kir ku ew berpirsyarê sereke ye.
Ji ber ku hat tespîtkirin ku sivîlên derbasî herêma Başûr bûne bi armanca bazirganiya sînor ketine ser rê, bi pêgerên hewayî yên bêmirov ên keşfê re dîmenê sivîlan hatiye tespîtkirin û ji aliyê amîrên mulkî ve dihat zanîn ku yên tên sivîl in, aşkera ye ku ev komkujiya sivîlan bi awayekî plankirî hatiye kirin.
Delîleke din derketiye holê ku nîşan dide Komkujiya Roboskî plankirî ye. Di nivîsên navbera Musteşariya MÎT'ê û Serdozgeriya Amedê de derket holê ku MÎT'ê raporek pêşî Serokatiya Fermandariya Giştî kiriye û ragihandiye ku ji wan re îstîxbarat hatiye wê di navbera 21-30'ê Kanûna 2011'an de li herêmê êrîşeke çekdarî ya PKK'ê were kirin.
Tevî ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê vê rapora îstîxbaratê ya MÎT'ê de daxwaza agahdarkirinê xwestiye jî MÎT'ê agahî nedaye, ev yek bûye sedema krîzê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî li ser vê yekê nasnameya wezîfedarên MÎT'ê yên agahiyên nerast dane û fermana veşartina agahiyan dane, were pêşkêşkirin.
Di nivîseke Serdozgeriya Amedê di 28'ê Kanûna 2011'an de ji saziya MÎT'ê re şandiye de pirsa 'Beriya bûyerê, ti agahî hat peydakirin ku wê ji sînor ve hêzek xwe berde nava welêt yan na. Eger agahiyek bi vî rengî hebe, bi kîjan saziyê re hatiye parvekirin?' dike. MÎT'ê di bersiva xwe ya 10'ê Çileya 2012'an a li ser mijarê de dibêje ku not, nivîs an jî agahiyek ji meqamên derve re hatiye ragihandin, nîne."
Encu da zanîn ku her çend Serdozgeriyê xwestiye jî MÎT'ê ev agahî nedaye, rastî veşartiye û got, "Roj bi roj em bêhtir fêm dikin ku Komkujiya Roboskî komkujiyeke plankirî ye. Di nava rêza ferman-fermandaran de ji amîrên herêmî heta Serokwezaretiyê her kesên di vê komkujiyê de berpirsyar in, bi aşkerabûna rastiyan re wê bi demê re di wijdanê civakê de bên cezakirin.
Malbatên Roboskî û gelê Kurd, heta ku rastiya vê komkujiyê bi temamî zelal bibe û hemû berpirsyar werin cezakirin, wê bibin şopdarên vê dozê. Heta ku kujer werin aşkerakirin û cezakirin, em ê gavekê jî bi paş ve neavêjin û bibin şopdarên mijarê."