Destana berxwedana sedsala 21'an: Kobanê -6

Di ser êrîşên di nava meha Îlonê de destpê kirin re du hefte derbas bûn; çeteyan xwe nêzî navenda bajêr kirin. Xeyala "Kobanê wê di nava hefteyekê de bikeve" li hemberî vîna ji pola ya YPG/YPJ'ê hilweşiya bû.

Di ser êrîşên di nava meha Îlonê de destpê kirin re du hefte derbas bûn; çeteyan xwe nêzî navenda bajêr kirin. Xeyala "Kobanê wê di nava hefteyekê de bikeve" li hemberî vîna ji pola ya YPG/YPJ'ê hilweşiya bû.

Meha Îlonê qediya bû. Di rojên destpêkê yên Cotmehê de çeteyan li rojhilat xwe gihandibûn gundê Hellînce. Şer li vir giran bû. Li aliyê din jî li hemberî Girê Miştenûrê êrîşên giran dihatin kirin. Li başûr jî Loqenteya Seyran hatibû derbaskirin û ji Rêya Helebê ber bi bajêr ve dihatin. Li aliyê rojava jî, Girê Îzae rastî êrîşên giran ên tankan dihat.

Çete li hemû enî û çeperan hêzên xwe timî nû dikirin, bêhn vedidan û her şêwe îmkanan êrîş dikirin. Li hemberî vê yekê, şervan û fermandarên YPG/YPJ, bêhnvedan li aliyekî, carna neçar diman rojê li çend mewzî û eniyan şer bikin. Li Kobanê ku du hefteyan xew bi çavan neket û di nava germa dijwar a meha Îlonê de derbas kir, gelek caran av jî tinebû. Şervan û fermandarên YPG/YPJ'ê gelek caran bi tî û birçî li hemberî çete û destekdarên wan şer dikirin û ew matmayî dihiştin. Gelên cîhanê jî bi heyranî li vê berxwedanê temaşe dikirin. Şervanên YPG/YPJ'ê yên di hemû şert û mercên newekhev de berxwedan mezin kirin, êdî xwe ji bo şerê li nava bajêr amade dikirin.

'HEVAL, LÛLEYA TIVINGA MIN HELIYA!'

Çeteyên DAIŞ'ê dema di rojên destpêkê yên Cotmehê de xwe gihandin gundê Hellînce, li vê derê li komeke YPG/YPJ'ê ya bi pêşengiya fermandarê mezin ê Şoreşa Rojava fermandarê yPG'ê Emîn Erkendî, rast hatin. Eger Hellînce bikeve wê Girê Miştenûrê bi temamî were dorpêçkirin û ji eniya rojhilat ve çete wê bikevin nava bajêr. Erkendî di meha Îlonê de li pêşiya şervanan, li hemû eniyan bi lehengî li ber xwe da. Li gundê Hellînce jî, çete tengav dikir. Li gorî wê hêza di destê çeteyan de, diviyabû gundê Hellînce di nava çend deqeyan de biketibûya destê çeteyan, lê belê Erkendî bi komeke biçûk re 2 rojan nehişt çete bi pêş ve biçe. Erkendî bi rêya bêtêlê ji Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê re digot, "Heval Meryem, ev deh roj in em kêliyekê jî nesekinînin. Tiştekî nehatiye dîtin; lûleya çeka min heliya". Û soz dida ku wê berxwedan dewam bike. Fermandar Erkendî heta kêliya dawî bi koma şervanan re bi lehengî li ber xwe da û li gundê Hellînce şehîd ket. Çeteyan gund bi temamî kontrol kirin. Piştî dagirkirina Hellînce, çete ber bi taxên Mektel û Kaniya Kurdan ên li pêşiya Kobanê, bi pêş ve çûn.

LI MEKTEL Û KANIYA KURDAN, ŞERVANÊN YPJ'Ê DIBIN LEHENG

Şervanên YPJ'ê Rûken a ji Rojhilatê Kurdistanê û Eylem a ji Bakurê Kurdistanê, di xendekên li pêşiya Taxa Mektelê, çete pêşwazî kirin, li hemberî tankan sîng bi sîng şer kirin û rê nedan wan. Şervanên YPJ'ê Rûken û Eylem ên dîtin çete nêzî Mektelê dibin, ragihiştin hejmarek ji cebilxaneyan û bi ser çeteyan ve çûn. Şervan Rûken û Eylem windahiyên giran dan çeteyan û bi derbên giran re tank hilweşandin. Şervanên YPJ'ê Rûken û Eylem ên bi gavekê jî ji xendekên li Mektelê venegeriyan, heta ku cebilxaneyên wan qediyan bi lehengî şer kirin û şehîd ketin.

Rojek piştî berxwedana fedaî ya şervanên YPJ'ê Rûken û Eylem, vê carê li Girê Kaniya Kurdan şervanên YPJ'ê Jiyan Rojhilat û Gulan berxwedaneke bi heman rengî nîşan dan. Çeteyên ku Mektel bi dest xistin, bi dagirkirina Girê Kaniya Kurdan re wê derbasî Taxa Kaniya Kurdan bibûna û bi vî rengî wê derbasî nava navenda Kobanê bibûna. Jiyan Rojhilat û Gulan, li Girê Kaniya Kurdan ji danê sibehê heta nîvê şevê li hemberî hejmara zêde ya çeteyan û çekên giran li ber xwe dan û nehiştin çete xwe bigihînin Girê Kaniya Kurdan. Piştî berxwedana rojekê, şervanên YPJ'ê Jiyan Rojhilat û Gulan gihîştin şehadetê û çete beriya Taxa Kaniya Kurdan derketin ser Girê Kaniya Kurdan.

ARÎN MÎRXAN LI MIŞTENÛRÊ DIBE SEMBOL

Di heman rojan de li Girê Miştenûrê şerekî dijwar diqewime. Li Girê Miştenûrê ku rastî êrîşa bi çekên giran û tankan dihat, di navbera komên çete yên xwe gihandibûnê û şervanên YPG/YPJ'ê de şerekî giran rû dabû. Girê Miştenûrê ku ji bo gelê Kobanê pîroz e, ji berxwedana pîroz a şervanên YPG/YPJ'ê re şahidî dikir. Li dû berxwedana lehengî ya bi rojan a li Girê Miştenûrê, gir roja 5'ê Cotmehê ket bin kontrola çeteyên DAIŞ'ê. Fermandara YPJ'ê Arîn Mîrxan ji ber vê yekê gelekî bi hêrs bû. Destnîşan kir ku divê li Girê Miştenûrê derbên giran li çeteyan were xistin û biryar da ku ji bo vê yekê çalakiya fedaî bike. Bi biryardariyeke mezin xwe ji bo çalakiyê amade dike û bi hostatî xwe berda nava çeteyan, xwe gihand nuqteyeke ku çeteyan xwe lê kom kiribûn û li vê derê bombeyên li ser xwe teqand û bi dehan çete kuşt. Çeteyên DAIŞ'ê xwe gihandibûn bajêr, lê belê berxwedana heta xwegihandina bajêr li hemberî wan hat nîşandan, ew xist nava tirseke mezin û panîkê. Çeteyên DAIŞ'ê her çend bi pêş ve diçûn jî, baweriya xwe ya 'wê di nava hefteyekê de bikeve' winda kirin û êdî fêm dikirin ku Kobanê ji bo wan cehenem e.

'WÊ JI DAIŞ'Ê RE BIBE CEHENEM!'

Piştî Miştenûrê, çete êdî ji aliyê rojhliat ve ketibûn Taxa Kaniya Kurdan. Li aliyê rojava jî Girê Îzae ketibû destê çeteyan û şervanên YPG/YPJ'ê li Girê Til Şeîr û li xendekên piştî wê bi cih bûbûn. Li aliyê başûr jî çeteyan xwe gihandibûn derdora Goristana Şehîd Dîcle ya li nêzî bajêr.

Di van rojan de Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê wiha diaxivî: "DAIŞ wê êdî ji Kaniya Kurdan bikeve nava bajêr. Lê belê ev bajar wê ji DAIŞ'ê re bibe cehenem. Çawa ji Kaniya Kurdan bikevin nava bajêr wê ji Kaniya Kurdan jî bên derxistin."

Êdî berxwedan gihaştibû bajêr. Medya Tirk û hikûmeta AKP'ê, piştî ku Kobanê di nava hefteyekê de neket, vê carê hewldan têgihiştina "Eger DAIŞ xwe bigihîne navenda bajêr, wê Kobanê ji ber xwe ve bikeve, wê berxwedan neyê nîşandan" biafirînin. Di wan rojan de Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ku hingî Serokwezîr bû, di rewşa ku DAIŞ kêm mabû bikeve nava bajêr de hêvî û bendewariya xwe bi gotina "Kobanê li ber ketinê ye" anîbû ziman. Bersiva ji vê bendewariya Erdogan, ji fermandara giştî ya YPJ'ê Meysa Ebdo hatibû. Ebdo gotibû, "Ancax di xew de bibîne Kobanê bikeve. Berxwedan nû destpê dike, Kobanê wê ji DAIŞ û destekdarên DAIŞ'ê re bibe cehenem."

Bi ketina DAIŞ'ê nava bajêr re, ev gotinên Meysa Ebdo bi berxwedan û lehengiya fermandar û şervanên YPG/YPJ'ê re di cih de veguherîn rastiyê.

SIBE: Destan êdî li nava bajêr e