Tîmên taybet li Geverê êrîşan dibin ser taxên nikarin bikevinê
Li navçeya Gever a Colemêrgê tîmên taybet ku ji wesayîtên zirxî gulebaranê dikin, gelek, xanî, dikan û wesayîtan zerar dîtin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê tîmên taybet ku ji wesayîtên zirxî gulebaranê dikin, gelek, xanî, dikan û wesayîtan zerar dîtin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê tîmên taybet ku ji wesayîtên zirxî gulebaranê dikin, gelek, xanî, dikan û wesayîtan zerar dîtin. Niştecihên taxê ku li hember êrîşên dewleta Tirk nerazîbûn nîşan dan gotin, “Bi cerdevantiyê, sîxurtiyê û kuştinê ev mijar çareser nabe.”
Li navçeya Gever a Colemêrgê li hember êrîşa tîmên taybet ku xweparastina dike, ev 4 şev in, tîmên taybet li taxên Eskî Kişla, Orman, Yeşîldere û Dîze terorê dimeşînin. Tîmên taybet ên şevê din li taxên Dîze û Eskî Kişla ji wesayîtên zirxî hundirê taxan û barîkatan gulebaran kirin, bi dehan gule li xanî û dikanan ketin. Tîmên taybet ji bo berxwedana gel bişkînin bi gulebarana xanî û dikanan hewl didin komkujiyan bikin û di aliyê madî de zerarê bidin gel.