KCK: Êrîşa li dijî şehîdgehan, êrîşa li dijî hebûna gelê Kurd e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehên gerîla de daxuyaniyek da û got, "Xwedîderketina li şehîdgehan xwedîderketina li hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratîk e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî şehîdgehên gerîla de daxuyaniyek da û got, "Pêwîste gelê Kurd, êrîşa li dijî şehîdgehan weke êrîşa li dijî hebûna gelê Kurd û êrîşa li hemberî hem nirxên nîşaneya vê hebûnê bibîne. Lewma xwedîderketina li şehîdgehan xwedîderketina li hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratîk e."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dewleta Tirk ya herî dawiyê bike jî kir. Şehîdgehên gerîla hildiweşîne û bombe dike. Mizgeft û mala cem a li kêleka şehîdgehan tên hilweşandin. Ev yek bi tena serê xwe tê wateya îlana şer li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê. Di rewşeke ku gerîla û gel hurmetê nîşanî cenazeyên leşker û polîsan dide de, êrîşa dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li hemberî şehîdgehan, zîhniyet û cibiliyeta hikûmeta AKP'ê radixe pêş çavan. Êrîşa li hemberî cenaze û goristanan, asta herî bilind a şovenîzm û faşîzmê ye.

Ev êrîş ji sedî sed ji bin serê Tayyîp Erdogan derdikevin. Nebûna serok, dijminatiya Erdogan a li Kurdan ewqasî zêde kiriye, ku îlankirina şer, li her cihî êrîşên li hemberî Kurdan û şewitandina avahiyên HDP'ê, dilê bi hêrs ê Tayyîp Erdogan sar nekiriye. Ji ber vê yekê ferman daye ku êrîş li hemberî şehîdgehan bê kirin.

Êrîşa li hemberî şehîdgehan, tevgereke rakirina kokê ye. Di 12'ê Îlona 1980'î de jî ji bo rakirina kokê darbeya leşkerî hatibû kirin. Hatibû xwestin ku koka şoreşgerên Tirkiyeyî û PKK'ê were rakirin. Ji ber vê yekê îşkenceyên hînê di roja îro de jî tên bilêvkirin hatin kirin, bi sed hezaran mirov hatin binçavkirin, bi deh hezaran hatin girtin, bi hezaran mirov bi deh-bîst salan li zîndanan hatin ragirtin, bi sedan kes di îşkenceyê de hatin qetilkirin, zêdeyî pêncî mirov hatin darvekirin. Dema herî faşîst a dîroka Tirkiyeyê bi serê gelên Tirkiyeyê ve hat anîn. Ev yek jî ji bo rakirina koka daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê hat kirin. DAIŞ jî, ji bo şopa dîrok û hemû berhemên çandî yên li nêrîna wan nayê rabike, ne tenê dêr, mizgeft û tirbên civaka Misilman jê bawer dikin û wan ziyaret dikin, bombe kiriye. Bombe xistin binê Mizgefta Nebî Pêxember a li Mûsilê ku ji bo Misilmanên li Iraqê gelekî girîng e û ew hilweşandin. DAIŞ vê yekê ji bo rakirina koka hemû çandên li derveyî zîhniyeta xwe dike.

Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê jî li dijî gelê Kurd û têkoşîna wê ya azadiyê dest bi tevgera rakirina kokê kirine. Biryar dane ku li Kurdistanê bi ser her kesên azadiyê tîne bîra mirovan ve biçin. Her wiha wê hewl bidin daxwaza azadiyê ya di mejiyan de bê derxistin. Êrîşa li dijî şehîdgehan, êrîşa li hemberî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê, vê karaktera xwe radixe pêş çavan. Bi hilweşandina şehîdgehan re tê xwestin ku hemû şopên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji holê were rakirin. Bi vê yekê re tê xwestin ku şopên wê jî di hişê mirovan de neyê hiştin. Ev zîhniyet, hikûmeta AKP'ê ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî xetere kiriye. Li cihekî ev zîhniyet lê hebe, nepêkane îstiqrar û aştî were afirandin.

Divê gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê, bi êrîşa li hemberî şehîdgehan re bibînin ku Tirkiyeyeke çawa tê xwestin. Êrîşa li hemberî şehîdgehan tê wateya berfirehkirin û kûrkirina şer. Bi vî şerî re ne tenê koka Tevgera Azadiyê tê xwestin ku koka hemû hêzên demokrasiyê û mirovên xwedî wijdan bê rakirin. Eger mirovên xwedî wijdan û baweriyê, li hemberî êrîşên li dijî goristanan dernekevin û li hemberî vê zîhniyetê tênekoşin, Tirkiye wê bikeve nava demeke hîn bêhtir tarî.

Pêwîste gelê Kurd, êrîşa li dijî şehîdgehan weke êrîşa li dijî hebûna gelê Kurd û êrîşa li hemberî hem nirxên nîşaneya vê hebûnê bibîne. Lewma xwedîderketina li şehîdgehan xwedîderketina li hebûna neteweyî, jiyana azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê divê gelê kurd li her cihî xwedî li şehîdgehan derkeve. Girîng e êrîşa li dijî şehîdgehan protesto bike û pêşî li êrîşên ji niha û pê ve bigire.

Em dewleta Tirk hişyar dikin; di navbera hêzên siyasî yên cuda de dibe ku şer biqewime, dibe ku dijminatî jî derkeve holê. Lê belê çand û nirxên ji aliyê dîroka mirovahiyê ve hatine afirandin hene. Ji van nirxan ya sereke jî hurmeta ji bo miriyan û goristanan e. Ev yek çanda hevpar a mirovahiyê ye. Binpêkirina van nirxan ji aliyê dewleta Tirk ve û zêdegaviya di vî warî de, wê şer û pevçûnan ji bin kontrolê derxîne. Lewma divê dest ji êrîşa li hemberî goristanan berde, gotin û helwestê dikarin têkiliya di navbera gelan de bi temamî qut bike, biterikîne.

Êrîşa dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li hemberî goristanan nîşan daye ku zîhniyet, polîtîka û pêkanînên heyî li derveyî serdemê ne û berhemên sîstemeke ku divê ji holê bên rakirin e. Raxistiye pêş çavan ku zîhniyet û sîstemên otorîter, hegemonîk û navendîparêz, hurmetê nîşanî nirxên gelan û civakan nade. Ev zîhniyet û pêkanîn nîşan didin ku demokrasiya herêmî û jiyana demokratîk û azad a xweseriya demokratîk pêwîstiyeke. Ev rastî nîşan dide ku pêngava gelê Kurd a xweseriya demokratîk çiqasî mafdar e. Gel ancax bi xwerêveberiyê re dikare çand û nirxên xwe biparêzin û pêş ve bibin.

Lewma em bang li gelên xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku xwedî li şehîdgehên xwe û xwerêveberiyên xwe dikin. Heta ku li Kurdistan û Tirkiyeyê têkoşîna azadî û demokrasiyê neyê bi pêşvebirin, nepêkane ku polîtÎka û zîhniyeta li dijî serdem û mirovahiyê yên di şexsê hikûmeta AKP'ê de şênber bûne, bên sekinandin.

Pêwîste gelê Kurd li her cihî xebatên xwe yên xwerêveberî û xweseriya demokratîk bi pêş ve bibe, xurt bike û li hemberî êrîşan bi parastina xwerêveberiyên xwe re demokrasiya herêmî biafirîne."