Li Azingê terora AKP’ê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li Azingê dijîn êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîrê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyekê ve protesto kirin.
Kurdistaniyên li Azingê dijîn êrîşên terora dewleta Tirk ên li Cizîrê û gelemperiya Bakurê Kurdistanê bi çalakiyekê ve protesto kirin.
Kurdistaniyên li navçeya navçeya Azingê ya bajarê Saratov ê Rûsyayê dijîn, ji bo êrîşên terora AKP’ê û dewleta Tirk şermezar bikin li pêşiya Mala Çanda Kurdî çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiya ku îro hat lidarxistin de endamê Komîteya Gel Mûrad Şêxo axivî û got: "Hikûmeta AKP’ê bi hemû hêza xwe dixwaze li Bakurê Kurdistanê îradeya gel bişkîne. Di vî şerî de ne tenê gerîla li ber xwe dide. Êdî lê wisa hatiye ku civaka Kurd bi hemû hêza xwe ketiye nava berxwedaniyek mezin. Eger li cihekî îradeya gel derket pêş û gel bi xwe rabibe ser piyan li wê derê ti carî civak têk naçe. Ji ber vê yekê AKP, tevî ku bi hemû hêza xwe êrîş dike, ti encamê bi dest naxe. Em jî wek gelê Kurd ên li Azingê dijîn, vê terora AKP bi kîn û nefretek mezin şermezar û lanet dikin.”
Di berdewama çalakiyê de endamê Mala Çanda Kurd Hisên Osmanov jî axaftinek kir. Osmanov di axaftina xwe de diyar kir ku êdî gelê Kurd reş û spî ji hev derdixe û got: "Di nava civaka Kurd de yekîtiyek pir xurt û bi hêz tê jiyîn. Vê yekîtiya civakê bandora xwe li ser hemû beşên civakê jî kiriye. Ji ber vê yeke li bakurê Kurdistanê ji derveyî HDP ti partiyên din deng nikarin bigrin. Ev binketina partiyên Tirk çavê gelê Kurd vekiriye. Êdî gel dizane çi diparêze û pêwîste çawa xwedî li nirxên xwe derkeve. Lê mixabin, tevî hemû niyeta baş a gelê Kurd, AKP û dewleta Tirk bi hovane bi ser gel ve diçin û qetlîaman pêk tînin. Îro tişta ku li Cizîrê diqewime ne tiştekî ji rêzê ye. Pêwîte hemû beşên civakê û dewletên navneteweyî li hember vê qatlîama AKP’ê bêdeng nemînin û şermezar bikin."
Çalakiya ku alê PKK’ê, KCK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn vekirin piştî axaftinan, bi sloganên “Qatîl Erdoxan”, Bijî Berxwedana gel” û “Bijî Serok APO” ve bi dawî bû.