Di bomberdûmana artêşa de Tirk 100 hektar erazî şewitî

Di bomberdûmana artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobrayê li bejahiya Ferxînûs a girêdayî navçeya Şax a Wanê e 100 hektar erazî şewitî.

Di bomberdûmana artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobrayê li bejahiya Ferxînûs a girêdayî navçeya Şax a Wanê e 100 hektar erazî şewitî.

Di bomberdûmana artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobrayê li bejahiya Ferxînûs a girêdayî navçeya Şax a Wanê  100 hektar erazî şewitî. Welatiyan beşek agir vemirand, lê di qada ku leşker destûr nade welatî derbas bibin, şewat hê jî didome.

Artêşa Tirk li Kurdistanê xwezaya Kurdistanê qir dike. Di bomberdûmana artêşa Tirk a bi helîkopterên Kobra li bejahiya Ferxînûs a girêdayî navçeya Şax a Wanê 100 hektar erazî şewitî. Welatiyan beşek agir vemirand, lê di qada ku leşker destûr nade welatî derbas bibin, şewat hê jî didome.

Dema bûyer hat bihîstin Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Veysî Dîlekçî, parlamenterên HDP’ê yên Wanê Selamî Ozyaşar, Remzî Ozgokçe, Hevşaredarên Şaxê Ekîn Keve, Cemalettîn Bartû, rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gel mudaxeleyî şewatê kirin. Ji bo li herêmê tevlîhevî çênebin HDP’yiyan xwestin biçin herêmê, lê polîsên dixwestin bibin asteng dema pirsa nasnameyan kirin aloziyê rû da. Şewat li hinek nuqteyan hê jî didome.

...