Çalakiya kon a li Kolnê bi biryadarî didome
Çalakiya kon a li Kolnê di roja 5. de bi biryardariyeke mezin didome.
Çalakiya kon a li Kolnê di roja 5. de bi biryardariyeke mezin didome.
Çalakiyên kon ên ji bo balkişandina ser komkujiyên dewlet li Kurdistanê dike hatin destpêkirin, li gelek bajarên Elmanyayê didomin. Li Kolnê, tevî baranê jî her roj bi sedan Kurdistanî û endamên Yekîtiya Hêzê, çalakgeran ziyaret dikin.
Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kolnê û Meclîsa Jinê ya Viyan ve tê organîzekirin, di roja 5. de ye. Di çarçoveya çalakiyê de, danê nîvro çalakiya rûniştinê tê lidarxistin û dewleta Elman a ku siyasetmedarên Kurd Bederttîn Kavak, Ahmet Çelîk, Mehmet Demîr û Alî Ozel girtiye, şermezar dikin. Çalakgeran bang li hikûmeta Elman kirin ku tavilê siyasetmedarên Kurd serbest berde.
Endamên MLKP'ê yên ji roja destpêkê ve di nava çalakgeran de cih digirin, komkujiyên dewleta AKP'ê yên li Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana gelê Cizîrê silav kirin.
'LI DIJÎ ŞERÊ AKP Û QESRÊ, EM LI DORA HDP'Ê BICIVIN'
Yaşar Agirî û Adnan Çelîkarslan ên beşdarî çalakiyê bûn, nêrînên xwe ji ANF'ê re vegotin.
YAŞAR AGIRÎ: AKP niha tola nestendina 400 parlamenteran ji gelê Kurd hiltîne. Ji ber ku 400 parlamenterên ji bo desthilatdariya xwe peyda nekir, her der veguherandiye gola xwînê. Êrîşî mafê jiyanê yê Kurdan dike. Bi rijandina xwînê bersivê dide çalakiyeke biçûk a demokratîk. Dixwaze tirs û xofê bixe dilê gel. Hêzên demokrasiyê di 7'ê Hezîranê de bersiva pêwîst dan Erdogan. Lewma ew nekir desthilatdar û ji desthilatdariya qesrê re gotin 'na'. Bi ruh motîvasyoneke ji 7'ê Hezîranê mezintir, wê gelê me di 1'ê Mijdarê de desthilatdariya AKP û qesrê red bike û li dora HDP'ê bicive. Ji vê derê, ez careke din bang li hemû hêzên demokrasiyê û mirovê dibêje 'ez mirov im, girîngiyê didim jiyanê' dikim, ku dengê xwe bidin HDP'ê.
ADNAN ÇELÎKARSLAN: Cizîr 9 rojan ji cîhanê hat qutkirin. Ji pitikê 35 rojî re jî gotin 'terorîst'. Van nêzîkatiyan bandoreke kûr li me kirin û hêrsa me mezintir kirin. Gelê Kurd li benda jiyaneke azad û demoıkratîk bû, lê AKP'ê bi komkujiyê bersiv da. Eger komkujiya dewletê ya li Cizîrê kir, li rojavayê Tirkiyeyê rû bida, zîhniyeta ji xwe re dibêje 'şoreşger im' wê rabûya ser piyan. Lê belê ji ber ku cihê komkujî lê tê kirin Cizîr e û yên tên kuştin Kurd in, dilê wan rehet e. Li gorî hin kesan ên hatine kuştin 'terorîst' in. Rast e pitika 35 rojî ya haat kuştin 'terorîst' bû, ji ber ku weke Kurd ji dayik bû. Heta kue v mejî neguhere û medya Tirk zimanê xwe yê nîjadperestiyê neterikîne, aştî nayê vê xakê."
ROJA ŞEMIYÊ WÊ MEŞ BÊ LIDARXISTIN
Komîteya Amadekar jî da xuyakirin ku heta gefên dewleta Tirk ên komkujiyê bi dawî bibe, wê çalakiya wan dewam bike û banga hişyarî û baldariyê li gel kir.
Roja Şemiyê jî wê saet di 15:00 de li Ebertplatzê, bi beşdariya Kurdistaniyên ji Aachen, Gûmmersbach, Duren, Leverkûsen û derdora wê, meşek bê organîzekirin. Meş wê ji bo silavkirina berxwedana Cizîrê pêk were û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî şehîdgehên gerîla û gel bên şermezarkirin. Komîteya amadekar a meşê banga beşdariyeke xurt kir.